حركة المجتمع الديمقراطي

Li Minbicê xebatên akademiyan

659

Akademî stûna sereke ya avakirina civaka exlaqî û polîtîk in û roleke girîng di pêşxistina zanista civakê û rakirina hişmendiya desthilatdariyê de dilîzin. Akademiyên bîrozî yên ku li Bakurê Sûriyeyê hatine vekirin li ser vê bingehê dixebitin.

Birêxistinkirina civakê di nava saziyan de aliyekî herî girîng ê qada bîrdozî ye û wekî giyan û baweriya civakê tê naskirin. Ev yek bi perwerdeya ku xwe dispêre bingeha exlaqî, mirovî û civakî pêk tê.

Bi pêvajoya Şoreşa Rojava û Bakurê Sûriyeyê re, akademiyên perwerdeyê hatin vekirin. Akademiyên bîrdozî ku li ser bingeha neteweya demokratîk û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê dayîn, roleke girîng di birêxistinkirina civakê û xwenaskirinê de dilîze.

Li bajarê Minbicê yê Bakurê Sûriyeyê ku ji aliyê gelek komên tundrew ve hate dagirkirin, fikrên paşverû û teng roleke mezin di parçekirina civakê de lîst. Jin wek meta dihatin bikaranîn û di bazaran de dihatin firotin û mîna kole dihatin hesabkirin.

Piştî rizgarkirina bajar ji aliyê Meclisa Leşkerî ya Minbicê ve ji çeteyên DAIŞ‘ê, akademiyên pewerdeyê hatin vekirin û beşeke mezin ji civakê di akademiyan de mezûn bûn.

Akademiyan heya radeyeke berbiçav dikarîbû fikrên paşverû ji hole rake û rastiya jinan bi civakê bide naskirin.

Ji perwerdekarên Akademiya Bîrdozî ya Şehîd Îsmaîl Mûsa, Mehmûd Bekirî der barê akademiyan de wiha dibêje: “Di dema dagirkirina çeteyên DAIŞ‘ê ya bajarê Minbicê de fikrên DAIŞ‘ê di mêjiyê gelek kesan de hatibûn çandin, vê yekê bandoreke neyinî li tevahiya civakê kir. Akademî bi armanca rakirina van fikran hatin avakirin.”

Mehmûd Bekirî destnîşan kir ku perwerdeyên li akademiyan li ser bingeha neteweya demokratîk, avakirina civakeke exlaqî û polîtîk, wekheviya di navbera jin û zilaman de têne dayîn.

Li bajarê Minbicê bi giştî 7 akademî hene, 4 he jê leşkerî ne û yek jî ya jineolojiyê ye.

Ji dema vekirina akademiyan ango piştî rizgarkirina bajarê ji çeteyên DAIŞ‘ê be, li Akademiya Şehîd Îsmaîl Mûsa ya Bîrdozî 17 dewre hatin vekirin û bi hezaran kes jê mezûn bûn. Her wiha 5 dewreyên perwerdeyê ji bo mamosteyan hatin vekirin, tê de derdora 4 hezar mamosteyan perwerde dît.

Bekirî anî ziman ku armanca pewerdeyan avakirina mirovên azad û civakeke demokratîk û rakirina fikrê nîjadperest û pêşxistina çanda jiyana hevbaş e.