حركة المجتمع الديمقراطي

Hikmet Hebîb: Li Bakurê Sûriyeyê rêveberiyeke sivîl tê avakirin

628

Endamê Desteya Serokatî ya Meclisa Sûriyeya Demokratîk Hikmet Hebîb destnîşan kir ku dê rêveberiyeke sivîl were avakirin da ku hemû xebatên rêveberiyên xweser û sivîl ên li Bakurê Sûriyeyê bi rêve bibe.

Endamê Desteya Serokatî ya Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Hikmet Hebîb ji ajansa me ANHA‘yê re got, “Sêyemîn kongreya Meclisa Sûriyeya Demokratîk li bajarê Tebqayê di demeke pêwîst de hate lidarxistin. Diviya nedibû ku ev kongre dereng bimîne ji ber ku DAIŞ‘ê li Sûriyê di çarçoveya herêmeke teng de asê maye, nemaze piştî serkeftinên Hêzên Sûriyeya Demokratîk û dagirkiriya Tirkiye ji Efrînê û hin herêmên din ên Bakurê Sûriyeyê.”

Hebîb kongre wekî gaveke girîngî nirxand û ev tişt anî ziman, “Berî mekanîzmeya xebatên meclisa desteya serokatî ji 15endaman û hevseroatkî û desteya siyasyî ya 50 endam pêk dihat. Li ser vê esasê rêzikname hate guhertin û pejirandin. Hejmara endamên Desteya Serokatî ya Meclisa Rêveber a Meclisa Sûriyeya Demokratîk bûne 10, di demên pêş de wê bêne zêdekirin li gorî rêziknameyê ku divê bibiin 40 endam an zêdetir.”

Hikmet Hebîb di berdewama axaftina xwe de armanca avakirina Desteya Rêveber a meclisê diyar kir ku û got, “Xebatên meydanî li ser erdê pêk bîne, bi taybet ji ber ku Meclisa Sûriyeya Demokratîk sîwana siyasî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk e û ji niha û şûn de bûye lêvegera siyasî ya rêveberiyên xweser û meclisên sivîl ên ku piştî rizgarkirina herêman hatine damezirandin e, nemaze piştî ku erdîngariya herêmên rizgarkirî berfireh bû ji Minbic, Tebqa, heya Reqa û Dêrazorê rêveberiyên van herêmên ji aliyê Meclisa Sûriyeya Demokratîk hatin avakirin. Li ser vê bingehê dê meclisa Rêveber a Meclisa Sûriyeya Demokratîk dê rêveberiyan û karên wê bi rêve bibe.”

Endamê Desteya Serokatî ya MSD‘ê der barê rewşa Sûriyê û rêbazên çareserkirina aloziyê de wiha domand, “Bi riya danûstandinên Sûrî-Sûrî û piştî ku form a li navçeya Eyn Îsayê hate lidarxistin, dibêjim ku em li pêşberî serkeftinên mezin ber bi çareserkirina aloziya Sûriyeyê ne. Di wê formê de gelek hêzên niştimanî yên Sûriyê û derveyî Sûriyê beşdar bubun. Armanca formê ew bû kongreyeke Sûrî were lidarxistin, Sûriyeke demokratîk ne navendî ji mûdaxeleyên derve dûr were avakirin.”

Hikmet Hebîb diyar kir ku di demên pêş de dê buroyên meclisê li parêzgehên Sûriyê vekin, rola ciwanan pêş bixin, û buroyên wan vekirin, her wiha têkiliyên hindirîn ava bikin û Meclisa Sûriyeya Demokratîk dê bi riya buroyên têkiliyan  meclisê bi derdorê re bide naskirin.

Hikmet Hebîb di dawiya axaftina xwe de got, “Ji rêveberiyên xweser ên kantonan û meclisên sivîl belge pêşkêşî me kirin da rêveberiyeke sivîl were damezirandin. Erka vê rêveberiye dê rêveberiyên xweser û meclisên sivîl bişopîne û di navbera wan de koordîneyê ava bike, rêveberiya were avakirin mûdaxeleya karê siyasî yên rêveberiyên xweser û meclisên sivîl nake. Navendê wê jî dê li Eyn Îsa be.”