حركة المجتمع الديمقراطي

Gelê herêma Firatê banga azadiya Ocalan kirin

663

Gelê herêma Firatê bi dirûşma “Azadiya Ocalan azadiya jin û civakê ye” daketin qadan û banga azadiya Ocalan kirin.

Nerazîbûna gel a li hemberî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurda Abdullah Ocalan her ku diçe zêde dibe.

Bi pêşengtiya Kongreya Star bi hezaran welatiyên herêma Firatê li bajarê Kobanê xwepêşandanek li dar xistin.

Xwepêşandarên posterên Rêberê Gelê Kurda Abdullah Ocalan, alên Kongreya Star, TEV-DEM, YPJ û YPG’ê hildan bûn, her wiha pankartên “Azadiya Ocalan azadiya jin û civakê ye, ciwan ji bo azadiya Ocalan canê xwe feda dikin, bimre fîşîst, em ê pergala Îmralî hilweşînin û bi Rêber Apo re bi azadî jiyan bikin û bijî biratiya gelan” vekiribûn.

Xwepêşandan ji qada Jina Azad dest pê kir û li nava kolên bajêr geriya, xwepêşandêran dirûşmeyên silavkirina berxwedana Îmralî û şermezarkirina tecrîdê beriz dikirin.

Xwepêşandan li qada Selam a bakurê bajêr veguherî mîtîngê.

Li vir deqeyeke rêz hate girtin. Paşê Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a kantona Kobanê Enwer Muslim axivî û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bêdengiya raya giştî ya li hemberî van kiryaran şermezar kirin û bang têkoşînê ji bo azadiya Ocalan kir.

Enwer Mulsim got, “Gelê ku bi felsefeya Rêberê Netewa Demokratîk azad bûye û xwe bi rêxistin kiriye, her wiha civakeke azad û demokratîk li ser esasê jiyana hevbeş û azadiyê afirandiyê wê têkoşîna xwe ya ji bo azadiya Ocalan nesekinîne.”

Rêvebera Kongreya Star a Kantona Girê Spî Dîlan Hesen jî got: “Jinên Rojava, Bakurê Sûriyeyê ji hemû pêkhateyên wê Ermen, Kurd, Ereb li ser xeta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan in, ji ber ku Ocalan riya azadiyê nîşanî me kir û em ji qeydên koletiyê rizgar kir.”

Mîtîng bi dirûşemyên “Bê serok jiyan nabe” bi dawî bû.