حركة المجتمع الديمقراطي

Rêxistina Efûyê: Tirkiye li Efrînê dagirker e

750

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî diyar kir, li Efrînê ku hatiye dagirkirin mafên mirovan di asteke metirsîdar de tên binpêkirin û destnîşan kir ku Tirkiye a dagirker ji vê yekê berpirsyar e.

Li gorî raporeke Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, şêniyên Efrînê dan xuyakirin ku binpêkirina mafên mirovan ên bi destê komên çekdar ên Tirkiyeyê ve tê kirin zêde dibin.

Di raporê de hate gotin, “Hêzên çekdar ên Tirk van binpêkirinan ji nedîtî ve tên. Destgîrkirina bi kêfî, windakirina bi darê zorê, desteserkirin û talankirina malên welatiyan çend ji van binpêkirinan e.”

Rêxistina Efûyê ragihand ku çete û hêzên dagirker ên Tirk dest danîne ser dibistanên li Efrînê û nahêlin ku bi hezaran zarok perwerdeya xwe bidomînin.

Midûra lêkolînên Rojhilata Navîn a Rêxistina EfûYê ya Navneteweyî Lynn Maaloûf got, “Operasyon û dagirkeriya artêşa Tirk, êşa şêniyên Efrînê ku bi salan e bûne mexdûrê şerê kujer, zêde dike.”

Rêxistinê bang li Enqereyê kir ku tavilê dawî li binpêkirina mafên mirovan bîne û destnîşan kir, Tirkiye ku weke ‘hêza dagirker bi nav dike’ ji bûyerên li Efrînê diqewimin berpirsyar e.