حركة المجتمع الديمقراطي

Şaredariya Qamişloyê xetên kanalîzasyonê sererast dike

691

Şaredariya bajarê Qamişlo ya Rojhilat dest bi nûjenkirina sîstema rêgar û xetên kanalîzasyonê yên taxa Cûdî kir.

Bajarê Qamişlo ji 10 taxan (Xerbî, Kornîş, Cûdî, Hileliyê, Siyahî, Qûdûrbek, Bişeriyê, Aşûriyê, Erbawiyê, Enteriyê) pêk te.  Yek ji pisgirêkên taxa Cûdî derketina bêhna nexweş ji rêgar û xetên kanalîzasyonê ye. Ji  germahiya zêde û kêmbûna avê ew bêhn êdî dibe sedema nexweşiyan. Ji bo pêşîgirtina li ber nexweşiyan şêniyên taxa Cûdî serî li Şaredariya Qamişlo ya Rojhilat da. Li ser rexneyan şaredariyê dest bi nûjenkirina rêgar û xetên kanalîzasyonê kir. Şaredariya bajarê Qamişlo a Rojhilat jî yekser dest bi nûkirina sîstema rêgar û xetên kanalîzasyonê kir û 150 metre xeta kanalîzasyonê çêkirin.

Wek Ajansa Nûçeyan a Hawarê der barê pirsgirêkê de me serdana taxê kir û nêrînên şêniyan girtin.

Yek ji şêniyên taxa Cûdî Xelêf Ebû Osman (50) anî ziman ku ev 6 meh e boriyên kanalîzasyonê li taxê xitimîbûn, bêhna nexweş jê tê û wiha got: “Piştî ku me rexne li şaredariyê kir, hatin sererast kirin. Bêhna ava qirêjî dibe sedema nexweşiyan. Şaredarî bi erka xwe rabû. Em spasiya wan dikin û bi hêvî nê ku xizmetguzariya wan berdewam bike.”

Welatiyê bi navê Cemîl Hisên (60) jî got ku şaredarî bersiva wan da û rêgar û xetên kanalîzasyonê nû kirin.

Rayedara şaredariyê Bêrîvan Îlyas li ser rêgar û xetên kanalîzasyonê diyar kir ku beriya 50 salan sîstema rêgar û xetên kanalîzasyonê hatibû danîn û wiha got: “Pêwîstiya nûjenkirine rêgar û xetên kanalîzasyonê hebû. Li ser vî esasî me dest bi avakirina sîstema rêgar û xetên kanalîzasyone kir. Ev pisgirêka rêgar û xetên kanalîzasyonê li giştî taxa Cûdî heye. Li ser wê pisgirêke me lêkolîn kir û dest bi çareseriyê kir.” Bêrîvan Îlyas destnîşan kir ku  150 metre xeta kanalîzasyonê hat çêkirin.

Her wiha Bêrîvan Îlyas ji bo xebatên demên pêş jî got ku dê li kolana Cirnikê ya giredayî taxa Enteriyê sîstema binerd a rêgar û xetên kanalîzasyonê nûjên bikin.