Hate ragihandin ku dagirkerên Efrînê ferehiyeke mezin ji zeviyên çandiyê yên gundên Hec Hesna ya navçeya Şiyê şewitandin.
Çavkaniyekî ji ajansa me re diyar kir ku çete û leşkerên artêşa tirk a dagirker duh li gundê Hec Hesna yê navçeya Şiyê ya kantona Efrînê bi sedan darên zeytûnan û merx şewitandin.
Çavkaniyan destnîşan kirin darên hatin şewitandin mulkîtiya wan vedigerin welatiyê “Reşîd Osam Seydo, Mûrad Oso, Mihemed Silêman Menan û Sebrî Hemûd) û gotin ku ji ber ba şewat gihitş newala gund û ferehiyeke mezin şewitî.