حركة المجتمع الديمقراطي

Muslim: Civîna Şamê ji her du aliyan re hewldana zelalkirina helwestan e

645

Berpirsê Komîteya Têkiliyên Derve ya Tevgera Civaka Demokratîk Salih Muslim diyar kir ku danûstandinên di navbera hikumeta Sûriyeyê û Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) de ji bo her du aliyan hewldana zelalkirina helwestan e û diyar kir ku êdî Sûriye derbasî qonaxeke nû dibe.

Berpirsê Komîteya Têkiliyên Derve ya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Salih Muslim der barê xalên sereke yên siyasî û leşkerî û danûstandinan de ku Sûriye di van demên dawîn de tê re derbas dibe, civîneke çapemeniyê li dar xist.

Muslim di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku Sûriye hê jî di qonaxeke dijwar a şoreşê re derbas dibe û gelek caran rêya wê hate guhertin û veguherî şoreşa desthilatdariyê û dewletên derve jî destwerdana xwe ya rasterast di Sûriyeyê de pêk anî û hişt ku bigihîjin roja îro.

Girêdayî rewşa li Efrînê Muslim wiha axivî: “Efrîn hê jî ji aliyê artêşa dagirker a Tirkiyeyê û komên çete yên girêdayî wê ve dagirkirî ye. Tirkiye û evan komên çete hewl didin demografyay wê biguherînin û bi hezaran welatiyên ji herêmên Şam, Humis û Deraa li Efrînê bi cih dikin. Her wiha destdirêjiyên van çeteyan li dijî xwezaya Efrînê û talan û kuştinê jî berdewam in. Ji aliyekî din ve berxwedana welatiyên Efrînê li hemberî vê dagirkeriyê hê jî berdewam dike ku li rex herêmê bi cih bûne û hê jî li bendê ne ku li axa xwe vegerin.”

Der barê vexwendina hikumeta Sûriyeyê ya Meclîsa Sûriya Demokraîtk li Şamê de Muslim ev tişt gotin: “Danûstandinên di navbera hikumeta Sûriyeyê û MSD’ê de tenê di çarçoveya  nîqaşan de ye û di navbera nîqaşan û dansûtandinan de ferq û cudahiyeke mezin heye. Ev civîn ji bo her du aliyan tenê hewldana wergirtina helwestan e û heta niha tu lihevkirin li ser erdê pêk nehatine.”

Muslim destnîşan kir ku MSD û nûnerên Bakurê Sûriyeyê ji her danûstandineke girêdayî berjewendiya gelê Sûriyeyê û pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê re amade ne, çi li Şamê be û çi jî li Qamişlo be û diyar kir ku armanc guhertina rê ber bi rêya rast ve ye.

Muslim da zanîn ku eger danûstandin bêne destpêkirin şert û mercên wan hene û wiha domand: “Gelê me ji bo tunekirina terorê li herêmên xwe fedekariyeke mezin pêk anî û rêveberiya xwe ya xweser jî ava kir û niha xwe bi xwe, xwe bi rê ve dibin û tu carî em ji mercên xwe danakevin.”

Endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya TEV-DEM’ê Salih Muslim di dawiya civîna çapemeniyê de behsa komkujiya çeteyan li dijî welatiyên Siweydayê kir û komkujî bi tundî şermezar kir û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û derbasî ji birîndaran re xwest.