حركة المجتمع الديمقراطي

Şehîdên komkujiya Qamişlo hatin bîranîn

595

Li bajarê Qamişlo salvegera duyemîn a şehadeta 62 şehîdên komkujiya Qamişlo li cihê komkujiyê merasîma bîranînê hat lidarxistin.

Beriya du salan li bajarê Qamişlo li ser riya Amûdê li hemberî Asayîşa Xerbî di saetên 09.25‘ an de bi kamyoneke bombebarkirî komkujî pêk hat. Di encamê komkujiyê de 62 kes şehîd bûn û zêdetirî 176 kes jî birandar ketin.

Îro Meclisa Malbatê Şehîdan salvegera duyemîn a şehîdên komkujiya bajarê Qamişlo, li taxe Xerbî cihê bûyerê  saet:18.00‘an de  merasîma bîranînê lidarxistin.

Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo û gundewarên wê dikanê xwe girtin û tev li merasîmê bûn. Malbatên şehîdên teqînê bi wêneyên şehîdan tev lî merasîmê bûn.

Li cihê bûyere de wêneyên 62 şehîdan, wêneyên Rebêrê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ala TEV-DEM ê hate daleqandin.

Merasima bîranînê ji bo şehîdên Kurdistanê bi deqayêk rêzgirtin  dest pê kir.

Piştrê li ser navê Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo Elî Omar di kesayeta 62 şehîdên komkujiya bajarê Qamişlo de hemû şehîdên Kurdistanê bi bîr anî û sersaxî ji malbatên şehîda re xwest.

Her wiha endamê Meclîsa Kantona Qamişlo Fatma Tahîr wê komkujiyî şermezar kir got; “Bûyerên wiha tu carî vîna gelê me naşikene.  Dijminên hovanê negihişt armanca xwe. Li dijî hemû êrîşan em ji axa xwe bernadin. Heya dilopa dawî ya xwîna em ê pey mafê xwe bin.”

Yek ji welatyên bajêr bi navê Raman Hesê çîroka ‘Behna Xwînê’ku li ser komkujî Qamişlo nivîsandibû xwend.

Helbestvanên bi navê Abdulqadir Kurd û Hesen Hesen jî ji bo bîranîna 62 şehîdên bûyerê helbest xwendin.

Meclîsa Malbatên Şehîdan 62 wêneyên şehîdên teqîna Qamişlo radestî malbatên wan kirin.

Dawiya merasîmê de 62 mûm li cihê bûyerê hat pêxistin.