حركة المجتمع الديمقراطي

Lîlwa El-Ebdela: Hêzên me zêdetirî 3 hezar km2 rizgar kirin

590

Berdevka Fermî ya Hemleya Bagera Cizîrê Lîlwa El-Ebdela diyar kir ku hêzên wan di çarçoveya qonaxa duyemîn a hemleya Bagera Cizîrê de herêmek bi qasî 3 hezar û 100 km2  ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirine û got ku hevkariya di navbera wan û hêzên Iraqê de bi armanca parastina ewlekariya sînorê Iraq û Sûriyeyê didome.

Berdevka Fermî ya Hemleya Bagera Cizîrê Lîlwa El-Ebdela der barê geşedanên hemleyê de ji ajansa me re axivî û diyar kir ku armanca hemleya wan rizgarkirina bajarokên El-Şiefe, Hejîn, Ebû El-Xatir, Ebû El-Hesen û El-Sûsa ye.

Lîlwa El-Ebdela da zanîn ku hemleya wan didome û destnîşan kir ku armanca hemleyê rizgarkirina herêmên mane yên rojhilatê Dêrezorê ye û têkbirina çeteyên DAIŞ’ê li herêmê ye.

‘Hêzên me zêdetirî 3000 km2 rizgar kirine’

Lîlwa El-Ebdela di berdewama axaftina xwe de jî da zanîn ku hêzên wan herêmek zêdetirî 3 hezar km2 ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirine û wiha dom kir: “Hêzên me herêmek bi qasî 3 hezar û 100 km2 ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirine. Herêmên hatine rizgarkirin ji sê aliyên hemleya me (Mergeda, Şedadê û Holê) pêk hatin. Di wê herêmê de 50 gund û mezre hatin rizgarkirin. Her wiha miqdarek zêde çekên çeteyan hatin desteserkirin.”

‘Bi sedan sivîl hatin rizgarkirin’

Lîlwa El-Ebdela di berdewama axaftina xwe de da zanîn ku hêzên wan di çarçoveya qonaxa duyemîn a hemleyê di gund û mezreyên rizgarkirî de bi sedan welatiyên sivîl ji çeteyan hatin rizgarkirin û wiha dom kir: “Rizgarkirina welatiyan bi rêya vekirtina korîdorên ewle pêk hat. Çeteyên DAIŞ’ê ji bo pêşveçûna şervanên me asteng bikin, welatiyên sivîl wek mertalên zindî bi kar dianîn. Hêzên me dê her dem li dijî çeteyên DAIŞ’ê û hemû aliyên hewl didin aramiya herêmê û sivîlan binpê bikin derkevin. Hêzên me dê li dijî hemû dijberan şer bikin û emê rê nedin tu aliyan ku ewlekariya herêmên hatine rizgarkirin, binpê bikin.”

‘Hevkariya me bi artêşa Iraqê re didome’

Lîlwa El-Ebdela der barê hevkariya di navbera hêzên wan û artêşa Iraqê de jî ev tişt anî ziman: “Hevkariya di navbera me û artêşa Iraqê de bi hemû hêza xwe didome.  Odeyên çalakiyan ên hevbeş li ser sînor hatine çêkirin. Armanc ji wê yekê parastina ewlekariya sînor ji çeteyan e. Ev jî bi piştgiriya ezmanî ya Koalîsyona Navdewletî pêk tê.”

Lîlwa El-Ebdela derbarê armanca wan a dema pêş jî agahî dan û ev tişt anî ziman: “Piştî rizgarkirina bejahiya Dişîşa bi dawî bibe, dê hêzên me berê xwe bidin herêmên di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê de û bi taybet bajarokê El-Şefa, Hejîn, Ebû El-Xatir, Ebû El-Hesen û El-Sûsa.”

‘Bela gelê me rehet be’

Berdevaka Bagera Cizîrê Lîlwa El-Ebdela di dawiya axaftina xwe de tekez kir ku dê bihostek ji xaka rizgarkirî radestî tu aliyan nekin û wiha got: “Bila gelê me rehet be, em ê tu carî xaka bi keda şervanên me û bi xwîna şehîdan a pîroz hatiye rizgarkirin, teslîmî kesî nakin.  Em careke din tekez dibêjin ku çareseriya siyasî bê danûstendina Sûrî-Sûrî û sponseriya navdewletî wê pêk neyê. Bi van yekan dê dawî li vê aloziya dijwar were.”