حركة المجتمع الديمقراطي

Li Efrînê 2 bira hatin qetilkirin

532

Artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê 2 birayên ji eşîra Imêrat revandin û di encama îşkenceya hovane de qetil kirin.

Çavkaniyekî ji kantona Efrînê ji nûçegihanê ajansa me re ragihand ku artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê yên bi navê Ehrar El-Şam du birayên bi navên Casim Ebd Efarim (23) û Xelef Ebd Efarim (25) revandin.

Heman çavkanî got ku çeteyan her du bira birin girtîgeha parêzgeha Idlibê û li wir bi awayekî hovane îşkence li wan kir, ji bo serbestberdana wan jî mîqdarek mezin a pereyan ji malbata wan xwest. Lê duh çeteyan li gundê Xirbet El-Coz a li nêzî deriyê sînor ê Bab El-Hewa ya Idlibê her du bira qetil kirin. Heman çavkanî da diyarkirin ku malbatê cenazeyên her du birayan bi dest xistin û ew li goristana taxa Zêdiyê ya Efrînê defin kirin.

Artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê binpêkirinên xwe yên li dijî gelê Efrînê bê navber didomînin. Rojane bûyerên dizî, talan û kuştinê didomînin.

Hate zanîn ku di meha derbasbûyî de artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê bi dehan welatiyên kantona Efrînê kuştin. Ji wan nasnameya kalepîrê 70 salî Hemdî Ebdo yê ji gundê Berad û hevjîna wî Sultana Xelîl Nasro (70) piştî îşkence kirin, bi recmê qetil kirin. Her wiha ciwanê 21 salî Dilovan Ismet ê ji gundê Cilbirê dema dixwest derbasî xaka Tirkiyeyê bibe, li herêma Silqîn a Parêzgeha Idlibê hate kuştin. Ne tenê wiha kesê bi navê Hisên Şêxo (52) ku di mêjiyê de xwe astengdar e, di bin îşkenceyê de ji aliyê çeteyan ve hate kuştin.