حركة المجتمع الديمقراطي

TEV-DEM’ê payama salvegera 19’ê Tîrmehê da

678

Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê salvegera 6’an a Şoreşa 19’ê Tîrmehê li hemû gelên Bakurê Sûriyeyê pîroz kir û got ku şoreşa maf û rûmeta gelê herêmê ji wan re vegerand û bû şoreşa azadiya jinan.

Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê bi boneya salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê daxuyaniyek da û salvegera wê li hemû gelên Bakurê Sûriyeyê pîroz kir.

Daxuyaniya TEV-DEM’ê wiha ye:

“Şoreşa demokratîk di 19’ê Tîrmehê de li herêma Kobanê ya Sûriyeyê li ser esasekî xurt dest pê kir. Şoreşê di cewher û hemû aliyên xwe yên piratîkî û rêxistinî de gelek daxwaz û mafên gelê Sûriyeyê bê cudahî girt nava xwe. Şoreşa 19’ê Tîrmehê ne berhema biryareke demkî bû, her wiha biryar ne girêdayî vexwendina rewşên heyî bû, lê belê ew li ser esasê nêrînek hevgirtî û temam pêk hat. Hemû sedem û derdorên heyî yên di meydana Sûriyeyê de ku berê derketibûn di ber çavan re derbas kir, lewma Şoreşa Rojava-Bakurê Sûriyeyê bû bersiva dayîmî ya ber bi guhertinê ve. Guhertin û veguhertinên ku dê pêk werin divê li ser esasê diyarkirina piratîkî ya hemû pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê be û ji naveroka Şoreşa 19’ê Tîrmehê be. Bi destpêkirina dema ku mijar ketin nava hev û heta niha, hîn jî gelê me bi pijarên xwe ve girêdayî ne û hîn jî Şoreşa gelê me bersiva hemû rêbazên ku di rêya wê re dê azadî û aramî li Sûriyeyê û tevahî herêmê pêk were.

Berdewama şoreşa ku bûye şoreşa xelasiyê ne tenê ji gelê Bakurê Sûriyeyê lê belê ji hemû herêmên Sûriyeyê re nîşanek xurt a pêşketinan e. Ne dîlgirtiya hin bijartinên teng in ku dê tenê aliyekî ber bi çareseriyê û pişaftinê ve bibe. Wekî çawa bi hin aliyên din re jî pêk hat. Tevî hemû hewldanên tunekirina wê û kiriyarên ku hîn jî li dijî şoreşa gelê me yê Rojava-Bakurê Sûriyeyê hatin meşandin, jî lê şoreşa gelê me hêz û qaweta rola xwe parast. Ne tenê wiha, lê belê pêş xist û ev yek tekez dike ku ew şoreşeke erka dîrokî ya Sûriyeyê û hêzên ku bandorê lê dikin e. Şoreş bi hêztire ku bi pîlanên hêzên dijber ên navdewletî ku li dijî hêvî û mafê gelê Sûriyeyê, bê bandor bibe. Lê belê ew ê nêrîna wan ên ber bi Sûriyeya nû, azad û demokratîk ve pêk bîne.

Em di Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê de salvegera 6’an a şoreşa azadiyê pîroz dikin. Şoreşa ku maf û rûmeta gelê me li wan vegerand, her wiha hemû welatiyan mafê pîroz û rewşa yên gelê me pêk anî, her wiha veguherî şoreşa jinên azad. Şoreşa 19’ê Tîrmehê rastiya jinan û rola wan di parastin û berxwdanê û siyassetê de vejîn kir. Jin li Rojava-Bakurê Sûriyeyê bûn bingeha qehremaniyan û serkeftinan û li ser hemû rewşên ku rola wê sînordar kirin, bi ser ket. Em tekez dikin ku şoreşa me heta pêkanîna çareseriya demokratîk û çareserkirina doza kurdî ku mîsogeriya çareseriya aloziya Sûriyeyê ne, berdewam bike. Ji ber ku ne mimkun e bê hebûna çareseriya doza kurd li Sûriyeyê behsa çareseriyeke demokratîk were kirin. Bê wê dê çareseriyek di çarçoveya Sûriyeya demorkatîk de ku mafê hemû gelên wê pêk were ne mimkun e pêk were. Ji ber ev di rêya projeya biratiya gelan û pêkanîna têkiliyan û girêdanên dîrokî yên di nava pêkhateyên Sûriyeyê ku xwe disperse projeya neteweya demokatîk pêk were. Ew dê bibe destpêkirina mîsogeriya aramî û aştiya li herêmê.

Şoreşa Rojava mestire ku pîlangerên li dijî welatê me Sûriyeyê wê berûvajî bikin. Şoreşa me dê bimîne û berxwedana xwe ya ji bo yekîtiya niştimaniya Sûriyeyê dewam bike, bi taybet yekitiya xaknîgarî û civaka Sûriyeyêya biparêze. Nirxên şoreşa me û rêgezên wê yên danûstendin û çareseriya aştiyane dê bimînin navnîşanê çareserkirina aloziya Sûriyeyê. Çi qas zext li ser me zêde bibin jî em ê qebûl nekin ku em bibin aliyek û li kêleka yên dixwaze civak û yekîtima niştimanî ya Sûriyayê parçe bikin, bisekin in. Lê belê em ê bi hemû derfetên xwe kar bikin ku em li dijî hewldanên wan ên derxistina tevlihevî û cûdahiyan derkevin. Em ê qebûl nekin ku ew aloziyan kûrtir bikin, ji ber em xwedanên aştî û demokrasiyê ne, em ê bibin hêza ku nirxên vê xakê biparêzin wekî çawa di 6 salên derbasbûyî de me pêk anî.

Bi îradeya xurt şoreşa 19’ê Tîrmehê di sala 2012’an de bi rihê qehremanên me yên şehîd bûne, ji bo pêkanîna şoreşa demokratîk dest pê kir. Bi hêza gelê me û bi rihê berxwedana ku li Serêkaniyê û Kobanê derket û dê li Efrînê li dijî dagirkeriya tirk û komên wê bi ser bikeve. Wekî çawa em li dijî terorîstan bi ser ketin, wê îradeya jinan jî bi ser bikeve. Em ê civaka xwe ya demokratîk bi têkoşîna xwe ya ji bo yekitiya gelê me û pêkanîna projeya neteweya demokratîk, projeya ku nûnertiya pêdiviyên gelan pêk tîne, têkoşînê bidomînin.

Bi vê boneya bi rumet, em di TEV-DEM’ê de bang li hemû gelê Sûriyeyê bi hemû pêkhate, nerîn û mezhebên wê yên dixwazin xizmeta Sûriyeyê û gelê wê bikin, dikin ku kar bikin. Her wiha ji gavên piratîk û cidî ku şer û nakokiyên Sûriyeyê rawestîne, em tekez dikin ku danûstendina Sûrî-Sûrî û hevkariya niştimanî ya di navbera gelê Sûriyayê riya çareseriyê ya rast a ber bi avakirina welatekî nû ve ye, Welatekî ku nirxên edaleta, demokrasî û hevkariyê ya li gorî destûra demorkatîk a ku nûnertiya hemû rengên Sûriyeyê û li gorî rihê berpirsyariyê, her wiha bê tu kesî dûr bixe, çareseriyê pêk bîne ye.”