Di Sêyemîn Kongreya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk ku li bajarê Tebqayê tê lidarxistin de Emîna Umer û Riyad Derar wekî hevserokên meclîsê hatin hilbijartin.
Sêyemîn Kongreya MSD’ê li bajarê Tebqayê bi beşdarbûna 270 delege, şandeyek ji Ewropa û şandeyek ji Misrê bi diruşmeya “Ber bi çareseriya siyasî û avakirina Sûriya Demokratîk a ne navendî ve” tê lidarxistin.
Piştî xwendin û nîqaşên li ser rêziknameya meclîsê û guhertina bendên wê Emîna Umer û Riyad Derar wekî hevserokên Meclîsa Sûriyeya Demokratîk hatin hilbijartin.