حركة المجتمع الديمقراطي

Şêniyên Şêxmeqsûd:Ên ku dagirkeriyê rewa dikin ji Erdogan xetertir in

589

Şêniyên Şêxmeqsûd daxuyaniyên Nêçîrvan Berzanî şermezar kirin û bi xiyanetê rave kirin û her wiha gotin ku ên weke Nêçîrvan Berzanî nûnertiya wan nake.

Daxuyaniyên Serokê Herêma Kurdistanê Nêcîrvan Berzanî ya ku şervanên Tevgera Azadiyê bi dagirkeriyê wesif kiribûn, bûn cihê şermezarî û protestokirinê.

Şêniyên Şêxmeqsûd bi riya ajansa me van daxuyanî şermezar kirin û nêrînên xwe parve kirin.

Helwestên Berzanî erêkirina dagirkeriyê ye

Welatiyê bi navê Reşîd Hebeş helwestên Berzanî red kir û wiha got:”Divê Berzanî hindek bi kurdayetiya xwe bihese. Helwesta Neçîrvan Berzanî tê wateya erêkirina dagirkeriyê. ”

Hebeş li ser gotinên xwe ev tişt zêde kir:ʺEv daxuyanî nû nîne. Neçîrvan Berzanî her tim berjewendiyên xwe li ser berjewendiyên gelê Kurdistanê girtiye. Ew li pêşiya bidestxistina destkeftiyên gelê kurd digire. Ew tê wateya li hevkirina wî bi faşîzma Tirkiyê re.”

‘Berzanî nûnertiya min nake’

Welatiya bi navê Fethiyê Mihemed got :” Ên ku dagirkeriya Tirk rewa dikin û xwe di bin perdeya kurdewariyê vedişêrin, ew ji Erdogan xetetir in û bi xwîna şehîdên Kurdistanê bazaran dikin.”

Fethiyê gotinên xwe wiha dewam kir û got:”Ez dixwazim ji berzanî pirs bikim, ka te ewqas pere ji ku derê anî? Ne bese tu bi xwîna şehîdan bazar dikî? niha jî erdên Kurdistanê yên pîroz ji bo pereyan difroşî Erdogan?

Welatiyê bi navê Mihemed Hesen  diyar kir ku helwestên Nêçîrvan Berzanî gelê kurd parçe dike û wiha got :” Eger em bi helwestên Berzanî û rengvedanên wî li ser doza kurdî binêrin em ê dûmahiya parçebûna gelê kurd bibînin.

Hesen di dawiya  axaftina xwe de ev tişt got, ʺHer çiqas dewleta Tirk helwestên neyînî û ne qebûlkirinê ji encamên referandomê û rakirina ala kurdistanê di ziyaretên fermi de nîşan bide jî, lê ji ber helwestên Hikumeta Herêmê yên dagirkeriya Tirk erê dike, em matmayî dimînin, di vir de perjewendiya Kurdî li ku ma?.