حركة المجتمع الديمقراطي

Di operasyona li dijî çeteyan li Reqayê de çek û cebilxane hate desteserkirin

539

Şervanên QSD’ê bi hevkariya Hêzên Ewlekariya Hindirîn û Hêzên Antî Teror di çarçoveya operasyona hevpar a dijî yekîneyên nepenî yên komên çete û yên ketine bajarê Reqayê de mijqdareke çek, cebilxane û top dîtin.

Hêzen QSD’ê, piştî li Reqayê qedexeya derketina kolanan hate ragihandin, ligel Hêzên Ewlehiya Hundir ên Reqayê, li dijî yekîneyên nepenî yên çeteyan operasyoneke hevpar da destpêkirin.

Çavakaniyekî leşkerî ji ajansa me diyar kir ku di operasyona ku nehat niha berdewam dike de, avêtin ser kunên terorîstan heta niha gelek terorîst girtin û miqdareke mezin ji çek, çebilxane, top û alavên leşkerî desteser kirin.