حركة المجتمع الديمقراطي

Parlementerê ermenî: Li paş aloziyên Rojhilata Navîn Tirkiye heye

627

Parlementerê berê yê parlemana Ermenistanê û çalakvanê siyasî di aliyê mafên mirovan de Hamo Moskoviyan diyar kir ku di van deh salên dawîn de li giştî Rojhilata Navîn, Tirkiye li paş aloziyan e û bang li civaka navneteweyî kir ku rê li pêşiya dagirkeriya nû ya osmaniyan bigirin.

Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) der barê destdirêjiyên dagirkeriya Tirkiyeyê yên li Efrînê de hevdîtineke taybet bi parlementerê ermenî yê berê di parlemana Ermenistanê de û çalakvanê siyasî di aliyê mafên mirovan de Hamo Moskoviyan re pêk anî. Moskoviyan di nava şandeya Lubnanê de serdana Bakurê Sûriyeyê kir.

Moskoviyan got ku gelê ermenî di destpêkê de ji aliyê osmaniyan ve rastî qirkirinê hat û wiha got: “Komên çete yên girêdayî Tirkiyeyê senaryoya komkujiyên li dijî ermeniyan ên sala 1915’an li dijî welatiyên êzidî li Şengalê di sala 2015’an de dubare kirin, nemaze destdirêjî li welatiyan kirin û jin di bazaran de firotin.”

‘Efrîn serpêhatiya me hemûyan e’

Hamo Moskoviyan di berdewama axaftina xwe de got ku dewletên Ewropayê baş nas dike ku sîstema Tirkiyeyê sîstemeke faşîst e û nakokiyên di van deh salên dawîn de li ser asta Rojhilata Navîn rûdane hemû bi destên sîstema faşîst a Tirkiyeyê ye ku di bin perdeya ola îslamê de tev digere û wiha domand: “Rêxistina DAIŞ’ê ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye çêkirin û alîkariya wê kiriye. Tişta ku li Efrînê rûdaye serpêhatiya me hemûyan e. Herêma Efrînê navenda azadiyê li ser asta Sûriyeyê bû û niha jî welatiyên wê hatine koçberkirin.”

Moskoviyan got ku divê dewletên ewropayî baş bizanibin ku kujerên li Efrînê heman kujerên komkujiya Berlînê û bajarên din ên Ewropayê pêk anîne û divê nas bike ku eger ew çete neyên tunekirin, cîhan bi giştî di metirsiyê de ye.

Parlementerê ermenî yê berê û çalakvanê siyasî Hamo Moskoviyan di dawiya axaftina xwe de bang li rêxistinên mirovî kir ku alîkariyê ji welatiyên Efrînê re bikin û bang li hemû welatiyên Tirkiyeyê kir ku bi dîktator Erdogan neyên xapandin û di hilbijartinan de dengên xwe nedin wî da ku edalet û aştî li Tirkiyeyê pêk were û hemû pêkhate mafên xwe wergirin.”