حركة المجتمع الديمقراطي

Dagirkeriya Tirkiyê riyên Cindirêsê girtine

655

Hate ragihandin ku arêtşa Tirk a dagirker pêş çend rojan hemû riyên dighêjin taxa başûr (Taxa Jêrîn) a herêma Cindirêsê girtine û ji tirsa çalakiyên YPG û YPJ’ê kincên sivîl li xwe dikin

Çavkaniyekî ji herêma Cindirêsê ya kantona Efrînê da zanîn ku çete û leşkerên artêşa Tirk a dagirker kolanên herêma Cindirêsê girtine û li hin kolanan bendên kontorlê çêkirine.

Heman çavkaniyî diyar kir ku leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hemû riyên dighêjin taxa başûr “Taxa Jêrîn” ya herêma Cindirêsê girtine, tenê riya otostrad a Til Selûr vekirî maye.

Li Taxa Jêrîn ya herêma Cindirêsê 400 mal hene, piraniya niştecihên Kurd  û hejmareke kêm Ereb in. Malên li vê taxê pir kevin ku vedigerin 200 salî.

Çavkaniyê ji ajansa me re ragihandin ku rewş li herêmê tevlihev e û destnîşan kir ku hêzên dagirker bi beldozeran gelek malên sivîlan hilweşandin.

Li gorî heman çavkaniyî; çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker ji tirsa çalakiyên YPJ û YPG’ê kincên sivîl li xwe dikin.