حركة المجتمع الديمقراطي

Şehîdên komkujiya 25’ê Hezîranê hatin bîranîn

583

Şêniyên gundê Berix Batan şehîdên komkujiya 25’ê Hezîranê ku çeteyên DAIŞ’ê beriya 3 salan li bajarê Kobanê û gundê Berix Batan kiribûn bi bîranîn.

25’ê Hezîrana 2015’an çeteyên DAIŞ’ê li bajarê Kobanê û gundê Berix Batan ê ku 27 km dikeve başûrê bajêr komkujî pêk anîn. Di komkujiyê de zêdeyî 233 sivîl şehîd bûn.

Bi armanca bîranîna şehîdên komkujiyê, îro merasîmeke hate lidarxistin.

Merasîm ji aliyê Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Kobanê ve li dibistana gund hate lidarxistin. Bi dehan şêniyên gundê Berix Batan û gundên derdora wê di merasîmê de amade bûn.

Cihê merasîmê bi wêneyên şehîdên komkujiyê hatibû xemilandin.

Di merasîmê bîranînê de, helbest ji aliyê helbestvanan û zarokan ve derbarê buyera komkujiyê de hatin xwendin.

Her wiha koma Gulav ya astengdaran staranên şoreşgerî, koma şanoyê ya girêdayî navenda çand û hunerê ya Baqî Xido şano pêkêş kirin.