حركة المجتمع الديمقراطي

Ciwanên Bakurê Sûriyê: PDK‘ê cardin îxaneta xwe îsbat kir

567

Ciwanên Bakurê Sûriyeyê ku bi armanca şermezarkirina dagirkeriya Tirkiyê li Başûrê Kurdistanê berê xwe didan Başûr û li deriyê Sêmalkayê ji aliyê rayedarên PDK‘ê ve hatin astengkirin, nerazîbûn nîşanî nêzîkatiyên PDK‘ê dan û gotin ku PDK‘ê jî destekê dide dagirkeriya Tirkiyê.

Zêdeyî 2 hezar ciwanî ji herêmên cuda yên Bakurê Sûriyeyê bi armanca şermezarkirina êrîşên dagirkeriya Tirkiyê li ser Başûrê Kurdistanê ber bi Başûrê ve meşiyan. Meşa ciwanan îro li deriyê Sêmalkayê ji aliyê rayedarên PDK‘ê ve hate astengkirin.

Nûçegihanên ajansa me ANHA‘yê diyar kirin ku desthilatdariya PDK‘ê rê nedan ciwanan ku derbasî Başûr bibin. Li vir ciwanan mîtîngeke lidarxistin û nêzîkatiyên PDK‘ê şermezar kirin.

Li virî daxuyaniyeke ji bo raya giştî hate xwendin, di daxuyaniyê de hate gotin ku desthilatdariya PDK‘ê bi vê kiryara xwe rê dide dewleta Tirk a dagirker ku herêmê dagir bike.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin;

“Dewleta Tirk a dagirker ji beriya dehên salan kiryarên hovane li dijî gelên herêmê dike. Li hemberî Ermen, Suryan, Asur, Êzidî, Elewî û gelê Kurd komkujî pêk anîn.

Dewleta Tirk a dagirker piştî ku pîlanên wê yên bi destê çeteyên DAIŞ û El-Nusra li Rojava û Bakurê Sûriyeyê têk çûn û paytexa çeteyan li Reqayê hilweşiya, dest bi pîlanên xwe yên dagirkirina Rojava û herêma Başûrê Kurdistanê kir, li ser vê yekê artêşa xwe bi desteka hêzên cîhanê yên mezin mûdaxele kir.

Dewleta Tirk li ser vê esasî hovîtiya xwe ya li dijî gelê me yên li Efrînê, Kerkûk û Qendîlê da destpêkirin, li dijî gelê Kurd ê Bakurê Sûriyê komkujî pêk anîn. Îradeya gelê me yên li Efrîn, Minbic, Qendîl, Kerkuk û Şengal kir hedefa xwe.

Dewleta Tirk a faşîzm biryara şikandina îradeya gel me li her çar parçeyên Kurdistanê û têkbirina destkeftiyên gelê Kurd ku bi xwîna şehîdan hatiye qezenckirin kir bala xwe.

Wekî ciwanên Rojava û Bakurê Sûriyeyê, me erka parastina destkeftiyên gelê xwe girtiye ser xwe, jî lewra ma Pêngva (Serî Hilda) îlan kir, da ku diyar bikin ku em ciwanên Rojava û Bakurê Sûriyeyê amade ne bersiva pîlanên dagirkeran bibe, her wiha amade ne beşdarî hêzên Gerîla bibin û cihê xwe li eniyên parastinê li Zaxo, Dihok, Şengal, Kerkûk, Hewlêr, Silêmanî, Kilar, Qeleddiz heya Kerkûk bigirin.

Li ser vî esasî, em bang li ciwanên Rojava û Bakurê Sûriyeyê û hemû ciwanên Kurdistanê dikin ku banga serferberiyê pêk bînin û çek hilgirin, ji ber ku çek bersiva herî guncaw a ji bo vê merheleyê ye. Her wiha em bagn li ciwanên Rojhilat, Bakur û Başûr û Ewropa dikin ku beşdarî parastina destkeftiyên Kurdistanê li hemberî dagirkeriya Erdogan a faîşî bibin.

Em îro li vir in da ku biçin Başûrê Kurdistanê, li desthilatdariya PDK‘ê ya li hemberî dagirkeriya Tirkiyê bê denge nahêle. PDK‘ê îro careke din îxaneta xwe îsbat kir, îsbat dike ku ew jî piştgiriyê dide Tirkiyê da ku Çiyayê Qendîlê topbaran bike.

Ji ver li ber deriyê Sêmalka em îxaneta PDK‘ê şermezar dikin û diyar dikin ku dê pîlanên dewleta Tirk a dagirker û xayînan têk biçe û em soz didin gelê xwe ku em xaka Kurdistanê ji dagirkeran re bikin goristan.”