Şêniyên Kantona Girê Spî li qada Meclîsa Sivîl a bajêr bi şahiyekê salvegera 3’yemîn a rizgarkirina Girê Spî pîroz kirin.
Sedan şêniyên Girê Spî û navçeyên ( Eyn Îsa, Silûk) ji bo pîrozkirina 3’yemîn salvegera rizgarkirina bajêr li qada meclîsê ya Girê Spî ku bi pankartên şehîdan û alên YPG’ê YPJ’ê û hêzên QSD’ê hati bû xemlandin, kom bûn.
Şandeya Rêveberiya Xweser a Kantona Kobanê tevlî şahiyê bû.
Di şahiyê de gelek axaftin hatin kirin.
Şêwirmendê Hevserokê Meclîsa Kantona Girê Spî Xelîl Ebdulkerîm axivî û spasiya hemî hêzên ku herêm rizgar kirine kir.
Ebdulkerîn di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku bi saya xwîna şehîdan û bi vîna jina azad jiyaneke bi rûmet û aram dijîn û ji bo bi dawîkirina aloziya Sûriyeyê banga danûstandinê li hemî pêkhateyên Sûriyeyê kir.
Ji aliyê xwe ve Fermendarê YPG’ê Ebo Mezlûm jî got:” Em bostek axa welatê xwe bernadin û heta rizgarkirina tevahiya Sûriyeyê ji DAIŞ‘ê em ê tekoşîn bikin”.
Hevserokê Meclîsa Rêveber a Kantona Kobanê Enwer Muslim bang li hemû pêkhateyên herêma Girê Spî kir ku beşdarî avakirina civakeke demokratîk û hevbeş bibin û ji bo yekîtiya Sûriyeyê, li dora saziyên xwe yên sivîl, leşkerî û siyasî kom bibin û li hember planên dewleta Tirk ên li dijî herêmê bisekinin.
Her wiha endamê Partiya Sûriyaya Pêşerojê Kedîm Ibrahîm salvegera rizgarkirina herêmê li şêniyan pîroz kir û bang li hemû pêkhateyên Sûriyeyê kir ki ji bo yekîtiya Sûriyeyê hemî tevlî danûstandinan bibin.
Piştî bi dawîbûna axaftinan, komên çand û huner ên bajêr şanoyek bi navê (Biratiya Gelan) pêşkeş kirin. Her wiha şahî bi gerandina xelekên govendê li ber stranên koma Metîn Ronahî bi dawî bû.