Welatiyên Efrînê piştî kuştina Samî Qoç ê ji eşîreya Umeyrat a Ereb ji aliyê çeteyan ve, derketin xwepêşandanan.
Çavkaniyekî ji Efrînê ragihand ku hejmarek çeteyên Tirkiyê îro saet di 05:00‘an de bi armanca dizî û talankirinê girtin ser mala welatiyê bi navê Samî Qoç ê ji êşîreya Umeyrat a Ereb. Dema Qoç hewl da ku nehêle çete mala wê talan bikin, çeteyan ew bi guleyan kuştin û birayê wî jî birîndar kirin.
Şêniyên Efrînê, bi Kurd û erebên xwe li hemberî vê kiryarê daketin xwepêşandanê û bang li dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê kir ku ji Efrînê derkevin.
Tûra Facbookê ya Nûşeta Efrîn “Çalakvanên Efrînê” dîmenên xwepêşandanê li ser rûpela xwe belav kirine.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê jî roja ku Efrîn dagirkirine mal û milkên sivîlan didizin û zeviyên wan desteser kirin, her wiha bi sedan kes revandine û birine cihekî ne diyar. Ji bilî van jî kuştin û êşkencekirin didome.