حركة المجتمع الديمقراطي

Ji Qendîlê banga, ‘Bila êdî yekîtî ji xeyalê derkeve’

598

Bi sedan kesên ku ji çar aliyên Başûrê Kurdistanê li dijî dagirkeriyê çûn Qendîlê û di nava wan de nûnerên partî, rêxistin û saziyên herêmê, her wiha bawermend jî hebûn, peyamên girîng dan û bang kirin. Peyama herî girîng jî ev bû: “Dagirkerî ancax bi yekîtiyê dikare bê bidawîkirin. Bila êdî yekîtiya netewî ji mijara romanan û xeyalê derkeve. Qendîlê Bexda hejand, wê Enqereyê jî bihejîne.”

Rêveber û endamên partiyên siyasî, rêxistinên civakî, parlamenter û oldarên Başûrê Kurdistanê ku serê sibehê ji çar aliyên Başûr bi pêşeniya KNK’ê û Eniya Niştimanî li gel sedan kesan çûn Binarê Qendîlê, daxuyanî dan çapemeniyê. Daxuyanî li pêşiya avahiya Şaredariya Binarê Qendîlê hat dayîn.

Di daxuyaniya ku saziyên ragihandinê jî eleqeyek mezin nîşan da de, li ser navê partî û saziyan axaftinên girîn hatin kirin.

Çend axaftinên ku hatin kirin wiha ne:

Şaredara Qendîlê: Ev hevkarî bersivek e

Hevseroka Şaredariya Binarê Qendîlê Gulala Osman: Hebûna me ya li vir bersivek ji dargirkeriyê re ye. Dagirkerî tevahiya Kurdistanê dike hedef. Niha herêma Biradost di bin êrîşek dijwar de ye. Li hemberî van êrîşan hebûna me ya li vir peyamek ji tevahiya cîhanê re ye. Ev hevkarî bersiva ji bo dijmin e.  Nikarin îradeya me bişikînin.

KNK: Bila hikûmeta Iraqê berspirsyariya xwe bicîh bîne  

Nûnerê KNK’ê Faruk Cemîl: Qendîl ji bo me cihek pîroz e. Yên Qendîlê dikin hedef di xeyalan de dijîn. Beriya niha jî dijminên Kurdan Qendil kiribûn hedef, lê ev çiya û Qendîl ji bo wan bû goristan. Dawiya van jî wê wekî yên din be. Artêşa Tirk hedef dike ku tevahiya destkeftiyên Kurdistanê tune bike. Êrîşên wan ên li ser Bakûr, Rojava û Başûrê Kurdistanê viya nîşan dide.

Em wekî KNK’ê bang li Hikûmeta Navendî ya Iraqê dikin ku berpirsyariyên xwe bicîh bîne. Xaka Kurdistanê jî di nava sînorê Iraqê de ye, lewme hikûmet ji Zaxo heta Samarayê ji tevahiya Iraqê berpirsyar e. Em li bendê ne ku helwestek cidî nîşan bide. Ebadî û rayedarên hikûmetê dibêjin ku wan ji çapemeniyê bihîstiye ku leşkerên Tirk ketina axa Iraqê, lê di destê wan de belge nîn in. Vaya dewleta Tirk bixwe dibêje ku 30 kîlometre ketine axa Iraqê. Em bang li hikûmeta Iraqê dikin ku bi riya Yekîtiya Ereban û Neweteyên Yekbûyî dagirkeriyê bike rojev û dargirkeran bidarizînin.

Em bang li Hikûmeta Kurdistanê jî dikin ku helwestek zelal nîşan bidin. Her wiha em ji derdorên Başûr jî dixwazin ku zextê li hikûmetê bikin da ku helwest nîşan bidin.

Eniya Niştimanî: Dagirkerî ancax bi yekîtiyê dikare bê bidawîkirin

Endama Eniya Niştimanî ya Dijî Dagirkeriyê Hevjîn Emîn: Em bang li Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hemû derdoran dikin ku di nava Eniya Têkoşîna Netewî de cîh bigirin. Ev dagirkerî ancax bi yekîtiya netewî dikare bê bidawîkirin. Pêwîste ev êrîş û dagirkeriya Dewleta Tirk hebû wekî belge bên amadekirin û pêşkêşî mekanîzmayên navnetewî bên kirin. Divê dagirker zanibin ku li hemberî êrîşan li çar perçeyên Kurdistanê şervan û welatparêzên ku dê bersivê bidin hene.

Oldar: Emê bibin mertal

Mele Nadir: Em Alimên Olî yên Kurdistanê li dijî dagirkeriyê wekî mertalan li cem we ne. Çawa ku em li dijî êrîşan xwedî li perçeyên din ên Kurdistanê derketin, em ê bi heman rengî xwedî li gelê Qendîlê jî derkevin. Em bang li Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin; Ger ku hun li dijî vê dagirkeriyê helwest nîşan nedin, hîn zêde derengî nebûyî, dest ji kar berdin. Em bi heman rengî bang li Hikûmeta Iraqê û gelê wê dikin: Ger ku hun Başûrê Kurdistanê wekî perçeyek welatê xwe dibînin, li dijî dagirkeriyê bisekinin. Ger ku wisa nabînin, em wekî gelê azad ê Kurdistanê amade ne bibin mertalên welatê xwe. Em bang li hemû rêxistin û saziyên navnetewî jî dikin ku li hemberî dagirkeriyê bisekinin.

Salar Mehmud: Qendîlê Bexda hejand wê Enqereyê jî bihejîne

Endamê Parlamentoya Herêma Kurdistanê yê YNK’yî Salar Mehmud: Em îro li yek ji kelehên berxwedanê yên Kurdistanê li Qendîlê ne. Qendîl di berxwedana azadiya Başûrê Kurdistanê de cihê ku Bexda hejandî ye. Rêberê ku pêşengiya vê berxwedanê kiribû, li Bexdayê bû serokomarê Iraqê. Bawer bikin ku di demeke kurt de, qê Qendîl Enqereyê jî bi hejîne. Tirkiye û Bakûrê Kurdistan niha di pêvajoya hilbijartinê de ye.  Gelê Kurd li wir jî di têkoşînek mezin de ye. Tirkiye ne tenê ya Tirkan e, ya hemû gelên li wê derê ye. Gelê Kurd jî her wisa. Pêdiviya gelê kurd bi yekîtiyek rasteqîn heye. Pêwîste êdî ev yekîtî ji mijara roman û xeyalan derkeve.

Saziyên Sivîl: Divê em ji gelên Başûr û Iraqê re baş vebêjin

Li ser navê Saziyên Sivîl Dilsoz Zengene: Em wekî rêxistinên civakî yên sivîl ên Başûrê Kurdistanê ji bo ku li dijî dagirkeriyê bisekinin û li cem gelê xwe cîh bigirin hatine vir. Pêwîst em wekî saziyên sivîl ji gelên Başûr û Iraqê re eşkere vebêjin ku ev dagirkerî ne tenê Başûrê Kurdistanê li dijî hemû Iraqê ye. Pêwîste hikûmetên Iraq û Başûr li dijî dagirkeriyê bikevin nava liv û tevgerê.

Li ser navê gelê Mexmûrê: Divê Hikûmeta Başûr berpirsyariya xwe bicîh bîne

Hevserokê Meclîsa Gel a Mexmûrê Hûseyîn Kara: Ev êrîş li dijî tevahî destkeftiyên Kurdistanê ye. Bêguman gerîla wê li dijî êrîşan li tevahiya Kurdistanê berxwedanê nîşan bide. Divê gelê me jî li dora gerîla bibe xelek. Divê Hikûmeta Başûrê Kurdistanê jî berpirsyariyên xwe yên netewî bicîh bîne.  

Kongreya Îslamê: Erdogan wê li çiyayên Kurdistanê biqelibe

Mele Ebdulkerîm Şarbajêrî (Li ser navê Kongreya Îslamê): Erdogan di bin navê Îslamê de bi salane êrîşî gel û welatê me dike. Ev şerme, guneh e. Li ser navê êrîşkirina herêmek Îslamê heram e. Diyar e ku hişê Erdogan winda bûye. Em bang li wî dikin; demek ji ya din zûtir bi aqil û wijdanî bifikire. Nexwe tu dê li çiyayên Kurdistanê biqelibî.

Piştî daxuyaniyê rêveber û endamên patiyên siyasî û saziyên sivîl, li gel girseya gel çûn serdana çadira Mertalên Zindî ku ji 8’ê Hezîranê ve hatiye vedan û li vir jî daxuyaniyek da.

Piştî daxuyaniya li vir jî girse çû serdana Goristana Şehîdan a Ş. Mehmet Karasungur.