حركة المجتمع الديمقراطي

‘Bi êrîşa li ser Başûr, Erdogan şer û aloziyan kûrtir dike’

659

Sekretêrê Tevgera Rêform Emced Osman diyar kir ku Tirkiyê bi êrîşên xwe yên li ser Başûrê Kurdistanê şer û aloziyan kûrtir dike û got ku ji bo gelê kurd berjewendiyên xwe yên salane biparêz in pêwîstiya wan bi lêvegereke siyasî heye.

Girêdayî destdirêjiya artêşa Tirk a dagirker di hundirê Başûrê Kurdistanê de, her wiha bêdengiya hin partiyên Kurdî û hikûmeta Bexda yên li hemberî van binpêkirinan Sekretêrê Tevgera Rêform Emced Osman pirsên ajansa (ANHA) bersivandin.

·         Erdogan, bi bihaneya şerê PKK‘ê carê gefên êrîşî li dijî herêma Şengalê dixwe, her kes dizane ku PKK‘ê ev demeke ji Şengalê vekişyaye, gelo Erdgona bi van daxuyaniyên xwe dixwaze çi bêje?

Daxuyaniyên dawî yên Erdogan ku dibêje, ew  ê derbasî Şengal bibe, carek din diyar dikeku ew dixwaze herêmên di bin serweriya xwe de  berfireh bike û desthildariya xwe li ser dewletên din feriz bikin. Piştî ku hêzên PKK‘ê ji Şengal kişiya, Erdogan hê jî israr dike ku derbasî Şengal bibe. Ji ber ku Şengal herêmeke stratîjîk e, dikeve navbera 3 welatan, Sûriyê, Iraq û Tirkiyê. Heger Erdogan Şengl bigire wê demê wê karibe dest di gelek deverên girîng ên derdorê bi wer bide. Daxuyaniyên Erdogan careke din îsbat dike ku ku axafinên wî yên li dijî PKK‘ê tenê hincet e, armanc ji hincetan jî ew e ku herêmê dagir bike. Erdogan bi gefxwarinên xwe yên li ser Başûrê Kurdistanê rê lê pêşiya zindîkirina pêvajoya aşîtiyê digire û aloziyê kûrtir dike.

·         Armanca Erdogan ji êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê û gefên li ser Şengalê çi ne, di nêrîna we de têkiliya vê yekê bi hilbijartinên 24‘ê Hezîranê çi ne?

Erdogan niha şerekî siyasî di hundirê Tirkiyê de dike, gelek tişt li hemberî wî disekinin. Aliyên muxalif li hemberî projeyên wî yekrêziya xwe çêkirine, ji ber vê yekê dît ku pewîstî heye ku aloziya hundirîn derbasî derve bike da ku ji xwe re zemînekê çêbike û pala xwe bide wê û di encamê de di hilbijartinan de gelek dengan bigre. Xala din jî doza Kurdî ye; doza Kurdî bûye dozeke sereke li Tirkiyê, nêzîkatî li hemberî vê dozê girêdayî leşkerî û ewlekarî, dema ku Erdogan şer li hemberî PKK‘ê îlan dike, ev yek diyar dike ku ew çareyên siyasî û diyalogan naxwaze, careke din pêvajoya aşîtiyê ya di 2012‘an de hatibû pêşniyarkirin asteng dike, ji ber ku ji demokrasiyê dereve û naxwaze gelê Kurd li ser axa xwe ya dîrokî bijî, di hemam demê de, pirsgirêkên Tirkiyê bi welatên cîranê re heye.

Li tevahî herêmên Rojhilata Navîn, bi taybetî Iraq, Tirkiyê û Sûriyê guhertinên  nû rû dide, Erdogan hewl dide kaxezan tevlihev bike, da ku karibe di encamê de valahiya di herêmê de dagire. Mebesta gefên li ser Şengal, Minbic û Qendîlê qezenckirina destkeftiyan e.

·         Alî hene, partiyên Kurdî yên li Başûrê Kurdistanê tuhmetbar dikin ku bi bêdengiya xwe destekê didin Tirkiyê, di nêrîna we de helwesta partiyên Başûrê Kurdistanê çiye?

Pêwîste hin partiyên Kurdî yên hêrêma Kurdistanê ji berjewendiyên kesayetî yên bi Tirkiyê redûr bikevin û ji bo doza xwe kar bikin. Hin partiyên herêma Kurdistanê têkiliyên wan bi Tirkiyê re hene li ser esasê berjewendiyan, gereke partiyên ku em behsa wan dikin doza xwe ya Kurdî ji bîr nekin, ev yek jî wê encamên xirab ne tenê ji bo Başûrê Kurdistanê, ji bo tevahî herêmê bîne.  Li ser vê yekê pêwîste partiyên Kurdistanî levegereke xwe yas siyasî çêbikin û erka xwe ya li hemberî doza Kurdî bi cih bîne. Nabe ku lêvegereke Kurd dirust nebe, lidarxistina Kongreyea Netewî ya Kurdistanê pêwîstiyeke dîrokî ye.

Bêdengî jî, tê wateya neberpirsyariya li hemberî erka netewî ye, ango naxwazî Kongreya Netewî ya Kurdistanî lidar bikeve. Hin partiyên Kurdistanî yên sereke hene di çarçoveya lidarxistina kongre binketine.  Hejmara kurdan li Rojhilata Navîn pir e, nabe ku lêvegereke wan a Kurdî nebe, lêveger jî ancex bi riya lidarxistina Kongreya Netewî ya Kurdistanê pêk were. Divê em nas bikin çima heta niha kongre  nehatiye lidarxistin. Wekî partî û tevger divê em di bi lez kongre li dar bixin da ku karibin hemû kelemên li pêşberî xwe derbas bikin. Lidarxistina kongre gava yekemîn e a ber bi lihevkirina aliyên Kurdistanî ve ye.

·         Tirkiyê xaka Iraqê binpê dike, çima heta niha hikûmeta Bexdayê li hemberî van binpêkirina dengê xwe nake?

Tirkiyê îro, xaka Iraq, Sûriyê, Yûnan, girava Qibrês binpê dike, her wiha pirsgirêkên wê yên sînor bi welatên cîranê re hene, pîlanên wê yên çavbirçîbûnê yên xeternak di herêman de hene. Dewleta Iraqê hîna jî lewaz e û li aliyekî din dibe ku niyata wê heye ku li hemberî doza gelê Kurd lihevkirina çêbike, ev jî ne tenê li ser PKK xeteriyeke lê li ser tevahî Kurdên li Başûr jî xeter e.

Dîsa jî em dûbare dikin, ku tenê bijêra lidarxistina Kongreya Netewî ya Kurdistanê li pêşiya gelê Kurd e, ku hêza wê ya siyasî li her çar parçeyên Kurdistanê diyar bike, her wiha bernameyên xebatê ji bo gelê Kurd diyar bike û bibe gava yekemîn a ber bi projeyên pêşerojê yên gelê Kurd.