حركة المجتمع الديمقراطي

‘Li hemberî pîlanên Erdogan kongreya netewî gereke‘

558

Endamê Buroya Siyasî ya Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Şêxmûs Mûsa anî ziman ku polîtîkeyên dewleta Tirk xeterî li ser tevahî kurdan e û banga lidarxistina Kongreya Netewî ya Kurdistanê li aliyên Kurdî kir.

Derbarê gefxwarinên dewleta Tirk ên li ser gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê, Endamê Buroya Siyasî ya Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Şêxmûs Mûsa ji me re axivî.

Mûsa di destpêka axaftina xwe de, bal kişand ku dewleta Tirk ji destpêka aloziya Sûriyê ve destwerdanê li Sûriyê dike û gefên êrîşan li herêmên Rojava û gelê Kurd dixwe. Mûsa got, “Dagirkeriya Tirkiyê di demên dawî de gefên xwe zêde kiriye. Piştî Efrîn dagir kir, niha çavê xwe berdaye Minbicê. Her wiha bi dehan kîlometreyan axa Başûrê Kurdistanê derbas kir.”

Şêxmûs Mûsa, di berdewama axaftina xwe de, diyar kir ku siyaetên dewleta Tirk ên di çarçoveya înkarkirina kurdan de, li dijî tevahî gelê Kurd e bê cudabûn û wiha domand, “Tirkiyê şerê PKK‘ê dike bihane, lê armanca wê ya sereke tunekirina gelê Kurd li tevahî cîhanê. Tirkiyê her kurdekî azadxwaz dike hedefa xwe.”

Mûsa derbarê hilbijartinên pêşwext de ev tişt anî ziman,”Erdogan di propogendayên hilbijartinan de xwe wekî kesayeteke serkeftî nîşan dide. Hewl dide serkftinan bi qezenc bike da ku bixe xizmeta hilbijartina xwe de û serdama Osmaniya zindî bike.”

Mûsa, hewldanên dewleta Tirk ên bi armanca têkbirina Tevgera Azadiyê li Bakurê Kurdistanê bi bîr xist û ev tişt anî ziman, “Hemû sîstemên serwer ên li Tirkiyê, ji beriya 40 salan ve gefên têkbirina Tevgera Rizgariya Kurdistanê dixwe, hemû jî biser neketin, ji ber ku Tevgera Rizgariya Kurdistanê li ser heqiyê ye û xwedî fikirekî azad û demokartîk e, îradeya gelê Kurd ji gefên Erdogan bi hêztir e.”

Şêxmûs Mûsa got, “Tirkiyê xeter e, ne tenê li ser Rojava  an li ser Qendîlê ye, lê belê li ser her çar parçeyên Kurdistanê xeter e. Di dema refernduma herêma Kurdistanê me dît helwest Tirkiyê çawa bû, wekî din jî dema dagirkirina Kerkûkê çawa destek da.”

Endamê Buroya Siyasî ya Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Şêxmûs Mûsa bang li hemû aliyên siyasî û rewşenbîrên Kurd kir ku li hemberî polîtîkeyên Tirkiyê yên dijber kongreya netewî ya Kurdistanê li dar bixin û ev tişt anî ziman, “Lidarxistina kongre kilîta çareseriya doza Kurdî ye, dijmin ji nakokiyên partiyên Kurdî sûdê werdigre. Lê divê em Kurd vê tiştî derbas bikin û li hemberî hemû pîlanên ku gelê me dike hedefa xwe bisekinin.”