حركة المجتمع الديمقراطي

Şêniyên Hesekê ji ber buhabûna madeyan bi gazin in

623

Bi nêzikbûna cejna Remezanê re nirxên madeyan bi taybet madeyên xwarinê buha bûne, ji lewra şêniyên Hesekê gilî û gazinan dikin.

Li bajarê Hesekê, pirsgirêka buhabûna nirxên madeyên xwarinê bilind bûye,ev yek bûye cihê gilî û gazincên welatiyan. Hejmareke welatiyan diyar kirin ku Komîteya Zimhêrê Erka xwe baş bi cih nayîne.

Welatiya bi navê Îmama Umer derbarê buhabûna madeyên xwarinê nerazîbûna xwe anî ziman û Komîteya Zimhêrê rexne, Îmama got:” Bi nêzikbûna cejnê re her froşkarek li gorî xwe nirxa madeyan buha dike û rewşa welatiyan li ber çavan nagire”.

Welatiyê bi navê Fehid Ehmed got:”Em dixwazin buhaya madeya yek be û ne li gorî her froşkarekî be, em ji vê rewşê aciz in”.

Ehmed bang li aliyên têkildar kir ku çavdêriya rewşa bazarn bikin û vê pirsgirên çareser bikin.

Rêveberê Komîteya Zimhêrê Seîd Necar diyar kir ku ew rojane di nav bazarn de digerin û buhaya madeyan dişopînin û wiha got:” Hin bazirgan û froşkar ji ciyawaziya nirxên dolarê sûd digirin û bi buhaya madeyan dilîzin”.

Necar destnîşan kir ku froşkarên madeyan bi nirxên buha difroşin hesab  jê tê xwestin.

Di dawiya axafitna xwe de Necar got:”Em rexneyên welatiyan qebûl dikin û em ê li ser kêmasiyên xwe bi sekinin”.