حركة المجتمع الديمقراطي

‘Bîna aştiyê li Efrînê windaye’

688

Welatiyê bi navê M.E yê ji Efrînê piştî  Artêşa Tirk û çeteyên wê Efrîn dagirkirin, sê rojan di bajar de ma. Wan rojan bi gotina “Bîna Aştiyê li Efrînê windaye” bibîr tîne.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hewl didin ku dagirkeriya xwe ya li Efrînê rewa nîşan bide. Ji bo vê yekê hemû rê û rêbazan bikar tîn in, çete welatiyan neçar dikin ku bi xizmên xwe yên li derve re biaxivin û ji wan re diyar bikin ku li Efrîn aramî û ewlekarî heye. Armanca wan jî dema welatî vegerin zulim û zordariyê li ser wan bimeşîn in.

Welatiyê ji Efrînê yê bi navê M.E. yek ji hezaran kesên bûn qurbaniyê siyasetên Artêşa Tirk û çeteyên wê. Hin ji xizmên wî di bin zexta çeteyan jê re gotin ku Efrîn arame û ew jiyanek bi ewle jiyan dikin. Li ser vê yekê biryar da ku vegere Efrînê, bi taybet ji ber ku hejmarek mezin ji xizmên wî nikarîbûn ji Efrînê derkevin.

Lê dema vegeriya ew matmayî ma. M.E. tenê sê rojan li Efrînê ma, di wan sê rojan de pê hesiya ku ew ketiye pîlanên şerê taybet ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li dijî wan bikar tîne.Tenê bi gotina ku “Bîna aştiyê li Efîrnê nîne” hestê xwe derbarê sê rojên li Efrînê jiyan kir anî ziman.

Welatiyê bi navê M.E. ji ber wan kiriyaran biryar da ku ji Efrînê derkeve. Derbarê wan sê rojên li Efrînê ma ev tişt anî ziman: “Dema ez gihiştim Efîrnê, min Efrîn wekî berê ne dît. Heta bîna wê biyanî bû. Tu li kur dinere tu çeteyan dibîne. Pereyan ji mirovan dixwaze û êrîş dikin. Çete dikarin her tiştî bikin, bê yî tu kes parastina xwe jî bike.”

M.E. destnîşan kir ku tirs li ser riwê hemû welatiyên di Efrînê mane de diyar e. Nikarin emlakên xwe biparêz in û wiha dom kir: “Kesên dixwazin dikanên xwe vebikin, dibe ku rojekê were bibîne tiştk di dikanê de nîne. Dema kesek li gel çeteyan xebitî heqdestê wan nadin, tu nikare ji wan bixwaze jî. Ji bilî şerê navxweyî yên di nava çeteyan de li kolanan her diyar e, tu kes nikare  tevî malbata xwe dakeve kolanê. Rojane tu dibîne ku çete çawa êrîşî ciwanan dik in.”

M.E her wiha destnîşan kir ku çete kengî dixwazin digirin ser malan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema ez li wir bûm, min dît çawa di saetên sibê de li taxa Mehmûdiyê girtin ser malan û zêdeyî 150 welatiyan revandin. Di bin dagirkeriya çeteyan de jiyan li Efrînê nabe. Tu nizane kegî were revandin an were kuştin.”

Welatiyê bi navê M.E di dawiya axaftina xwe de bang li hemû welatiyên Efrînê kir ku ji rêbazên şerê taybet ê Artêşa Tirk û çeteyên wê hişyar binin û bawer nekin ku aramî û ewlekarî li Efrînê heye.