Li ser daxwaza koçberên kampa Eyn Îsa, rêveberiya kampê piştî rawestandina 4 mehan û bi armanca sivikirina barê koçberan xwaringeha kampê ji nû ve vekir.

Xwaringeh rojane danê fitarê 4 hezar û 500 kg xwarin li gorî 2 hezar û 900 par bi awayekî cuda cuda li 13 hezar koçber tê parvekirin.

Her wiha 5 hezar û 300 turbe nan di her parekî de 4 nan, bi riya komînên kampê bi awayekî rêk û pêk tên belavkirin.

Di xwaringehê de 35 xebatkar, 1 xwarinpêj ji welatiyên kampê û 2 rêveber dixebitin. Xwarinên ku têne çêkirin; birînç, savar, mekarne û nîsk.

Ji rêveberên Xwaringehê Ebdulnasir El-Elî diyar kir ku xwaringeh bi armanca ku barên koçberan sivik bike hate vekirin.

Her wiha Ebdulnasir destnîşan kir ku ji ber kêmbûna derferan wan carek tenê zebze belav kirin.