Yekîtiya Ciwanên Rojava ya bajarê Helebê, di çarçoveya rêzeçlakiyên 26‘ê Gulanê Roja Têkoşînê ya Li Dijî Dagirkeriya Tirkiyê ya li Kurdistanê û Efrînê de vê êvarê meşeke bi mişeleyan li dar xist.

Di meşa bi pêşengtiya ciwanan hate organîzekirin de, bi sedan şêniyên taxê beşdar bibûn.

Di meşê de, mişle, alên Yekîtiya Ciwanên Rojava, Yekîtiya Jinên Ciwan, Kongreya Star, TEV-DEM, PYD, wêneyên şehîdên “Berxwedana Serdemê” û pankartên “Na ji dagirkiriya Efrînê re, na ji guhertina demografiya Efrîn û Sûriyê” hatin bilindkirin.

Meş ji Beşê rojava yê taxê ber bi Qada Rêber Abdullah Ocalan a li aliyên rojhilat ve dest pê kir.

Piştî ku meş li kolanên sereke yên herdu milan ve geriyan li Qada Rêber Abdullah Ocalan veguherî mîtîngê. Li vir axaftin ji aliyê Rêvebera Meclîsa Yekîtiya Ciwanên Rojava Şukir Elo, Endamê Meclîsa Giştî ya Sûriyeya Pêşerojê Bera Mehmûd û Rêvebera Kongreya Star Hêvîn Reşîd ve hatin kirin.

Kesên axivîn çalakiyên bi boneya Roja Têkoşînê ya li Dijî Dagirkeriya Tirkiyê ji bo Kurdistanê hatin lidarxistin, silva kirin û diyar kirin û xeta têkoşînê berdewam e ta rizgaririn Efrînê û tevahî Kurdistanê ji dagirkeriya Tirkiyê.

Di axaftinan de, bêdengiya raya giştî ya li hemberê kiryarên dewleta Tirk ên derheqê gelê Kurd hate şermezarkirin û hate gotin ku berxwedana gelê Efrînê ya hemberî dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên girêdayî wê berdewam e ta gelê Efrînê vegerin warê xwe.

Mîtîng bi diruşmeyên silavkirina Berxwedana Efrînê û şermezarkirina dewleta Tirk bi dawî bû.