Îro roja duyemîne konê sersaxiyê ji bo Berpirsê Meclîsa Navendî ya û damezrînerê YNK’ê Adil Murad birêve diçe. Konê sersaxiyê jî li ber avahiya Meclîsa Navendî ya YNK’ê ya bajarê Silêmanî hatiye vedan.

Ji duh ve siyasetmedar, nûnerên partiyên siyasî û welatî ji bo sersaxiyê serdana kon dikin. Di vê çarçoveyê de şandeyeke ji Nûnertiyên Rojavayê Kurdistanê li Herêma Kurdistanê ku ji Nûnerê PYD’ê Silêman Ereb, Nûnera Kongreya Star Cîhan Xelîl, Hevserokê Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Aldar Xelîl, Nûnerê Rêveberiya Xwer a Rojava Cawîdan Hesen û endaman pêk dihat, serdana konê sersaxiyê kir.

Hevserokê Desteya Rêveber a  TEV-DEM’ê (Rojava) Aldar Xelîl têkildarî kesayeta Adil Murad ku duh wefat kiribû ji ajansa Rojnewsê re axivî û diyar kir ku Adil Murad kesayetekî welatperwer bû . Xelîl wiha behsa kesayeta Adil Mûrad kir: “Mirovekî welatperwer bû. Xwedî kesayeteke sade bû û di mijarên netewî de her timî xwedî helwest bû. Kesayetek bû ku sînor nasne dikir û sînorê Başûrê Kurdistanê derbas kir. Dema şoreşa Rojava di rojevê de bû kêlî bi kêlî dişopand û mereqa şoreşa Rojava dikir.

Aldar Xelîl diyar kir ku ew tenê dikarin bi pêşxistina jiyana hevbeş û yekîtiyê xwedî li kesayetiya Adil Murad derkevin.

Adil Murad bi sedema nexweşiyê li Almanya koçê dawî kir û biryare 23’yê Gulanê cenazeyê wî bigihije Başûrê Kurdistanê û li goristana Selîm Beg ya bajarê Silêmaniyê bispêrin axê.