Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê di peyama sersaxiyê de bibîr xist ku wefata Murad bi roja şehîdan re hemwext bûye û bi vê boneyê hemû şehîdên azadiyê bibîr anîn û soza şopandina riya şehîdan da.

Peyama sersaxiyê ya Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê wihaye:

“Hevalên YNK’ê yên hêja, me bi xemgînî û êş agahiya wefata yek ji endamên damezirînerê partiya we birêz Adil Murad bihîst.

Em êşa we û malbata birêz Adil Murd bi xemgînî parve dikin. Birîz Adil di hemû aliyan de kesayetek niştimanperwer bû. Me li Rojava ew rih tê de hîs kir. Tevî hemû şert û mercên ku şoreşa me tê re derbas dibe, Me ew di nava xwe de didît. Bû beşek ji rakirina barê me, her dem û di hemû helwestan de piştgiriya şoreşa me dikir. Ji bo doza gelê Kurdistanê bi hêz bû, me ev hemû di kesayeta wî de dît.

Bi wefata Endamê Meclîsa Navendî ya YNK’ê Adil Murad, me bi navê gelê Rojava û Tevgera xwe (TEV-DEM) sersaxiyê ji malbatê, endam û rêveberên YNK û hemû gelê Başûrê Kurdistanê û tevahî Kurdistanê re dixwaz in. Em ê heta pêkanîna çareseriya demokratîk a doza gelê me, ji pêkanîna exlaqê jiyana hevbeş, biratiya gelan û ji azadiya civakê ku îro ji her demê nêzîktir bûye, tekoşîna xwe bidomîn in. Wefata Adil Murad bi rasthatina roja Şehîdan hatiye. Bi vê boneyê em hemû şehîdên azadiyê yên cane xwe ji bo jiyana azad feda kirine bi rêzdarî bibîr tîn in.

Em soz didin ku serkeftina mezin û tunekirina terorê  em ê tekoşîna xwe ya li ser xeta rehmetî Adil Murad ku bi salan dirêj kir, bidomîn in.”