Di sala 1935 de ekîbên lêkolînê yên Brîtanî û Belcîkî girê Caxir lêkolîn kirin. Her wiha Desteya Şûnwaran a herêma Cizîrê jî lêkolîn kir.
Di encama lêkolînan de, tabloyên ku nivîsa mismarî li ser hatibûn nivîsandin hatin dîtin. Di tabloyan de bûyerên wekî mirin, jidayîkbûn, mijarên olî û rêveberî hatibûn nivîsandin. Tê zanîn ku piraniya şêniyên vê herêmê navên wan Hûrî bûn.
Her wiha di lêkolînan de gelek alavên kevin ên çêkirina xwarinê jî hatin dîtin, hemû bi rengên reş, sor û qehweyî bûn.
Welatiyê bi navê Elî Ebdî ji herêma Çaxir Bazar e ji ANHA′yê re axivî û wateya navê gir wiha vegot, ″Li Çaxirê bazareke mezin hebû, gelek dikanên bazirganiyê lê hebûn. Ji ber vê yekê navê gir bû Çaxir Bazar.″
Elî da zanîn ku di demên berê de welatiyên Kurd, Ereb,Ermen û Aşûr li herêmê jiyan dikirin û got ku bi demê re tenê gelên Kurd û Ereb man.
Elî di dawiya axaftina xwe de spasiya Desteya Şûnwaran a herêma Cizîrê kir ku cihên şûnwarî diparêze.