El-Esed destnîşan kir ku şandeyeke Sûrî beriya çend rojan serdana Tirkiyê kir û wiha domand, “Divê em Erdogan û Tirkan ji hev dû derxînin. Erdogan Ixwancî ye, dibe ku ne di rêxistinê de be lê edyoljiya wî girêdayî Ixwan. Ez ji vê tiştî re dibêjim edylojiya tarî”

El-Esed her wiha got ku Erdogan ji ailyê rojavayî ve hatiye erekedar kirin da ku dest li Sûriyê wer bide û rewşê aloztir bike.

Beşar El-Esed li ser pirsa “Erdogan gotiye ku wê carek din derbasî Sûriyê bibe” wiha bersivand, “Bi rastî, ji destpêka şer ve, Erdogan destekê dide terorîstan, lê di wê demê de hewl dida bi gotinên wekê ‘‘Parastina gelê Sûriyê û alîkariyê gelê Sûriyê û koçberan, em li dijî kuştinê ne hwd‘‘ xwe veşêre, em bêjin ku di wê demê de hewl dide xwe wekî serokekî mirovî derdixist pêş. Lê niha û bi sedema mercên heyî tişta baş ku mask rakir û rengê xwe yê dijber derxist holê. Di encamê de, tu ferqeke mezin nîne di navbera ku Serokê rêjîma Tirkiyê Erdogan hêzên xwe bişîne Sûriyê an jî destekê bide terorîstan. Ji beriya 7 salan ve em şerê artêşa wî dikin, bi riya şerê terorîstên û wekîlên wê.”

El-Şese her wiha got, “Ferqa di navbera niha û dema borî de, şekl e, lê navarok ew e. Di wê demê de me nedixwest behsa terorê bikin, lê me behsa destekdayîna terorê dikir. Lê niha em dikarin behsa dagiarkeriya ku Erdogan bi xwe ragihadiye, bikin, ku zagonên navdewletî binpê dike.”

Serokê Rêjîma Sûriyê Beşar El-Esed li ser pirsa çawa bersiva Erdogan û dagirkeriya Sûriyê bidin, got, “Wekî me got, em şerê terorîstan dikin, terorîst artêşa wî ye, artêşa Amerîka û artêşa Siûdiyê ne..Erdogan berjewendiyên xwe yên taybet pêk nayîne, lê belê yê Amerîka pêk tîne. Dema ku tu herêmên xwe vegerinîne, divê tu şerê dijmin bike, çi artêş be Tirk an Fransî be û kî be jî, madem ku ne rewa derbasî Sûriyê de  dijmin in.”