حركة المجتمع الديمقراطي

Ji malbatên şehîdên Enfalê Xelata ‘Berxwedana Efrînê’

606
Malbatên Şehîdên Enfalê ya Binarê Xalxalan, di 30’emîn salvegera bîranîna şehîdên Enfalê de Xelata Berxwedana Efrînê dan nûnerên rêxistinê Rojava.
  • Ji malbatên şehîdên Enfalê Xelata ‘Berxwedana Efrînê’

Malbatên Şehîdên Enfalê ya Binarê Xalxalan, di 30’emîn salvegera bîranîna şehîdên Enfalê de Xelata Berxwedana Efrînê dan nûnerên rêxistinê Rojava.

NAVENDA NÛÇEYAN

Li navçeya Çemçemaa Parêzgeha Silêmaniyê bi minasebeta 30’emîn salvegera bîranîna şehîdên enfalê ku di sala 1988’an de ji aliyê rejîma Seddam ve li gundê Çalmurt ê girêdayî Binarê Xalxalan pêk hatibû, merasîmek hat lidarxistin.

Merasîm ji aliyê Malbatên Şehîdên Enfalê ya Binarê Xalxalan ve, li şehîdgeha gundê Çalmurt pêk hat. Di merasîmê de malbatên şehîdan û gelê herêmê amade bû.

Her wiha li ser navê Nûnertiyê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojava li Başûr, PYD û Kongra Star ku ew jî hatibûn vexwendin, nûner tevlî merasîmê bûn.

Di merasîmê de şehîdên Enfalê hatin bibîranîn û li hemberî êrîş, komkujî û qirkirinan girîngiya têkoşîn û yekîtiya netewî hat kirin.

Piştî axaftinan li ser navê Malbatên Şehîdên Enfalê ya Binarê Xalxalan, ji ber berxwedana serdemê ya Efrînê, “Xelatê Berxwedana Efrînê” hat dayîn. Xelat ji aliyê nûnerên Rêveberiya Xweser, PYD û Kongra Star ve hat wergirtin.

Nûnerên saziyên Rojava jî, di dema wergirtina xelat de axivîn û bal kişandin ku gelê Başûr di dema berxwedana Efrînê de piştgiriyeke gelekî girîng daye Rojava û spasyên xwe pêşkêş kirin.

Li navçeya Çemçemal a Parêzgeha Silêmaniyê bi minasebeta 30’emîn salvegera bîranîna şehîdên enfalê ku di sala 1988’an de ji aliyê rejîma Seddam ve li gundê Çalmurt ê girêdayî Binarê Xalxalan pêk hatibû, merasîmek hat lidarxistin.