Komîteya Şaredariyê ya kampa Berxwedan li ser daxwaza şêniyên kampê ku pêwîstiyên wan bi sûkekê heye, sûkek di hundirê kampê de vekir.

Komîteyê beriya çend rojan dest bi amadekariyên vekirina sûkê kiribû. Ev du rojin ku amadekarî bidawî kir.

Vekirina sûkê li ser çend pêngavan pêk hat. Di pêngava yekê de zemîna sûkê bi kevirinê hûr hate raxistin û di asta duyemîn de dest bi danîna çadir kirin.

Firehiya sûkê hezar û 500 m2. . Di sûkê de 74 dukanên bazirganiyê hene. Di dukanan de hemû pêwîstiyên şêniyên têne firotin.

Komîteyê ji bo ku derfetên kar ji şêniyan re peyda bike wê şênî di dukanan de bixebitin.

Di vê çarçoveyê de yek ji rêveberên Komîteya Şaredariyê Ferîd Hemo diyar kir ku wan cihê baş ji bo sûkê veqetandine û hemû pêwîstiyên şêniyan di sûkê de hene. Her wiha Hemo destnîşan kir ku ji bo ku şêniyên kampê pêwîstiyên xwe peyda bikin neçar diman ku riyên dirêj qut bikin.

Di dawiyê de Hemo  bang li hemû rêxistinên mirovahî û navdeweltî kir ku alîkariya şêniyên kampê bikin.