YPGʹê nasnameyên 7 cangoriyên azadiyê ku Berxwedana Serdemê ya li dijî dagirkeriya Tirk de şehîd bûne, ragihand.
Navenda Ragihandina YPGʹê nasnameyên 7 şervanên YPG/YPJʹê yên di Berxwedana Serdemê de şehîd bûne, eşkere kirin.
Di çarçoveya Berxwedana Serdemê ya Efrînê de 7 rêhevalên me ku li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li berxwe dan û şehîd bûn, aşkere dikin. Rêhevalên me Berçem Girêspî, Berjîn Çiya, Çekdar Şêrawa, Mazlum Qamişlo, Rênas Hesekê, Rênas Qamişlo u Xabur Firat ku her yekî di cihên cuda yên eniya şer de cihê xwe girt u li hember dagirkeran şer kirin, gihîştin şehadetê.
Em weke YPG û YPJ di kesayeta şehîdên Berxwedana Serdemê ya Efrînê de tevahî şehîdên me yên qehreman bibîr tînin. Em dibêjin serê malbatên me yên şehîdan û gelê me sax be.
Nasnameyên pakrewanan wiha ye:
Nasnav: Berçem Girêspî
Nav û Paşnav: Yemama Ocan
Navê Dayikê: Hewadis
Navê Bav: Xalid
Cihê Ji Dayikbûnê: Girêspî
Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / Şera / Gundê Baflonê / 3 Adar 2018
*****
Nasnav: Berjîn Çiya
Nav û Paşnav: Zozan Bozan
Navê Dayikê: Emîne
Navê Bav: Mihemed
Cihê Ji Dayikbûnê: Serêkaniyê
Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / Raco / 4 Adar 2018
*****
Nasnav: Çekdar Şêrawa
Nav û Paşnav: Ehmed Ebdo
Navê Dayikê: Fehîme
Navê Bav: Celal
Cihê Ji Dayikbûnê: Efrîn
Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / Şêrawa / Gundê Kîmarê / 15 Adar 2018
*****
Nasnav: Mazlum Qamişlo
Nav û Paşnav: Yusif Elî
Navê Dayikê: Yusra
Navê Bav: Îhsan
Cihê Ji Dayikbûnê: Şam
Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / Raco / 4 Adar 2018
*****
Nasnav: Rênas Hesekê
Nav û Paşnav: Kawa Kusa
Navê Dayikê: Sîham
Navê Bav: Ibrahîm
Cihê Ji Dayikbûnê: Hesekê
Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / Cindirêsê / Gundê Kefersefrê / 10 Adar 2018
*****
Nasnav: Rênas Qamişlo
Nav û Paşnav: Fewzî Yusif
Navê Dayikê: Sebah
Navê Bav: Hesen
Cihê Ji Dayikbûnê: Qamişlo
Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / Bilbilê / Navbera gundên Sariya-Baxçe / 9 Adar 2018
*****
Nasnav: Xabur Firat
Nav û Paşnav: Ocelan Ismet
Navê Dayikê: Hemîde
Navê Bav: Ismet
Cihê Ji Dayikbûnê: Efrîn
Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / Şêrawa / Gundê Kibêşînê / 15 Adar 2018.ʺ