حركة المجتمع الديمقراطي

Artêşa Tirk a dagirker zarokek bi kêran kuştin

673

Çavkaniyekê ji Kantona Efrînê ji ANHAʹyê re ragihand ku  artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê zarokê bi navê Mihemed Mustefa Xelîl (16) ê ji gundê Sêmalka yê girêdayî navçeyha Mabata ya Kantona Efrînê.

Derbarê detayên bûyerê de çavkaniyê ev agahî parve kirin, ʺZarokê bi navê Mihemed roja 26ʹê Nîsanê serê sibehê ji malê derket û berê xwe fa firinê da nan bîne. Li ser rê çeteyên artêşa Tirk ew girtin û birin depoyekê da tiştên tê de bi wan bişikîne. Piştre çeteyan kêr lê dan û avêtin ser riya di navbera navçeya Mabata û bajarê Efrînê de. Welatiyên Mihemed li ser rê dîtin û birin nexweşxaneya leşkerî ya girêdayî arêtşa Tirk a dagirker. Kesên li nexweşxaneyê dixebitin Mihemed pêşwazî nekirin û qebûl nekirin ku birînên wî derman bikin. Welatî neçar man ku berê xwe bibin nexweşxaneya Ezazê. Lê beriya ku Mihemed bigihêje nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.ʺ

Welatiyan cenazeyê Mihemed lê gundê Sêmalka veşartin.

Beriya 3 rojan, artêşa Tirk a dagirker jina ciwan a bi navê Zozan Beşîr Silêman revandin. Her wiha jinek jî îşkence û tecawiz kirin.