Weqfe Jina Rewşenbîr amadekariyan dike ku navenda xwe li bajarê Qamişlo veke da ku bibe lêvegera hemû jinan.
QAMŞLO
Armanca weqfê ku jin di aliyê xêzkirin, helbest, nivîs, çand û huner û her wekî din xwe pêş bixe.
Ji destpêka ku hatiye avakirin weqfê gelek çalakî lidar xistiye. Yek ji wan çalakiyan şanoya ku êşa jinê di nava civaka rojhilat de hate pêşkeşkirin. Şano 20 deqeyan dewam kir.
Her wiha pêşengehek hunerî lidar xist. Di pêşengehê de 25 tabloyên ku ji herêmên Cizîr, Firat û Efrînê hatin çêkirin, hebûn. Herwiha gelek rewşenbîr ji herêma Cizîr, Efrîn û Firatê tevlî pêşengehê bûn.
Bi boneya 8`ê Adarê Roja Jinên Cîhanî Weqfa Jina Rewşenbîr bi hevkariya Desteya Çand û Hunerê sêyemîn Festîvala Huner û Wêjeya Jin bi dirûşmeya “Bi rihê Berxwedana Serdemê” lidar xist. Jinên herêma Cizîrê, Firat û Efrîn tevlî festîvalê bûn.
Di mîhrecan de pêşbirk di navbera jinan de li ser helbest, çîrok, karên dest, xêzkirin û şano hate çêkirin. Her wiha komîteyek ji bo nirxandina berhemên wan ku ji 5 kesan pêk dihat hate avakirin.
Seroka Weqfeya Jina Rewşenbîr Ahîn Mihemed got ku di nava çend rojan de wê navenda xwe ya taybet li bajarê Qamişlo vekin.
Li gorî ku Ahîn diyar kir ku armanca wan ji vekirina navendê ku ev navend bibe lêvegera hemû jinan û jin xwe li wê derê pêş bixin.