حركة المجتمع الديمقراطي

YPG: Li Efrînê 12 leşker û çete hatin kuştin

668

ʺDi çarçoveya pêngava duyemîn a berxwedana serdemê li herema Efrînê, hêzên Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin derbên giran li çeteyên dewleta dagirker a Tirk xistin; li vê herêmê di çalakiyên hêzên me de herî kêm 12 çete û leşker hatin kuştin.

1.Di dîroka 17.04.2018an de şervanên me li navenda bajarê Efrînê li dijî leşkerên dewleta dagirker a Tirk çalakiyeke sekvaniyê pêk anîn, di encam de serbazeke bi navê Taner Cobanoglu hat kuştin. Di heman demê de li navenda navçeya Cindrêsê şervanên me çalakiyeke din li dar xistin û fermandareke artêşa dagirker hat kuştin.

2.Dîsa di dîroka 17.04.2018an de şervanên me li gundê Ebû Kaab yê Cindirêsê çalakiyek sabotajê pêk anîn û di encam de çeteyê bi navê Selûm Alhemadî hat kuştin, 2 çete jî bi giranî birîndar bûn.

3.Di dîroka 18.04.2018an de şervanên me çalakiyek sabotajê li navenda bajara Efrînê lidar xistin, di encama çalakiyê de 3 leşkerên Tirk hatin kuştin 6 jî brîndar bûn.

4.Di dîroka 19.04.2018an de şervanên me li navçeya Şiyê çalakiyek sabotajê li dijî erebeyeke leşkerî ku komeke çeteyên Firqet El-Hemza vediguhest heremê pêk anîn û di encam de çeteyê bi navê Hisên El Elî hat kuştin û 4 çete jî bi giranî birîndar bûn. Navên çeteyên ku hatine brîndar kirin wiha ye: Muhemed Qere Hisên, Hisên Yûzbaşî, Ebid el Qadir Şêxlî, Ebid Al Letîf Kimko.

5.Di dîroka 21.04.2018an de şervanên me li ser rêka Tirindê – Efrîn li dijî çeteyên Feyleq Al Şam çalakiyek pêk anîn û di encam de 2 çete hatin kuştin, piştî 3 rojan çeteyan dikarîbû laşê wan rakin.

6.Di dîroka 22.04.2018an de şervanên me li ser rêka Raco – Efrîn çalakiyek li himber çeteyên Firqet Al Hemza li dar xistin û di encam de 3 çete hatin kuştin. Di heman rojê di çalakiyekê de li derdora dewara Qabûn ya navenda bajarê Efrînê çeteyek hat kuştin û 2 jî birîndar bûn.

7.Di dîrokên 17-18.04.2018an de artêşa dewleta dagirker a Tirk li gundewarên navçeya Raco-Bilbil-Cindrês, û derdora bajarê Efrînê operasyonek bi tevlîbûna hezaran çete, belafirên şer û 8 balafirên keşfê pêk anîn. Ev operasyon bêyî ku tu encaman bidest bixe bidawî bû. Di heman demê de artêşa dewleta dagirker a Tirk sedan leşker, panzêr û erebeyên silahên giran ji noqteyên kontrolê yên herema şêx Eqîl ya Idlibê ku di encama itîfaqa bi Rûsya re çêkirbû kişand û berên wan da gundê Basûfanê yê navçeya Şêrawa.

8.Di hemû çalakiyan de, bê ku tu ziyan bigihêje şervanên me vegeriyan navendên xwe.

Ji destpêka êrîşên dagirkeriyê yên li ser Efrînê heya îro, bi çalakiyên ku di hefteya dawî de hatiye lidar xistin, hejmara kuştî û brîndarên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê gihîştiye 2420ʺ.