Berdevkê Meclîsa Lihevanîna Êlan a Tebqayê Şêx Ehmed El-Silih diyar kir ku Berxwedana Serdemê dewam dike û wiha got,”Efrîn nakeve, em ê qebûl nekin ku Efrîn ji aliyê komên çete û meclîsên xiyanetê ve were rêveberirin.”
HESEKÊ
‘Efrîn xaka Sûriyê ye û wê wiha bimîne’
El-Silih da zanîn ku gelê Efrîn û şervanên wê li dijî duyemîn artêşa NATO`yê 2 mehan li ber xwe dan û bersiva êrîşên çekên wan ên herî giran û di qadên navdewletî de qedexekirî dan û wiha dirêjî da axaftina xwe,”Civaka navdewletî beramberî van êrîşan bê deng bûn. Ema bela her kes bizane, Berxwedana Serdemê heta vê kêliyê didome. Efrîn hîn jî li dijî dagirkeran liber xwe dide.”
El-Silih di berdewama axaftina xwe de jî got ku Efrîna biçûk kirine dojeh û wiha dirêjî da gotina xwe, “Efrîn xaka ku bi hezaran gelê Sûriyê yên ji ber şer koçber bibûn bi cih kirin. Efrîn beşek ji xaka Sûriyê ye û wê heta dawî jî wiha bimîne.”
El-Silih, her wiha destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gefê li Minbic û herêmên din ên Bakurê Sûriyê dixwe û wiha dom kir,ʺJi destpêka aloziya Sûriyê û heta niha Erdogan gafan dixwe. Lewma çeteyên xwe yên bi mal û çekan piştgiriya wan kir, şandin da ku êrîşî herêmê bikin. Lê hêzên QSD’ê bi hemû hêza xwe bersiva wan da û herêm ji zulam û zordariya wan rizgar kirin. Piştî çete têk çûn; dewleta Tirk bi xwe êdî êrîş pêk anî. Lewma êrîş û gefên dewleta Tirk ne tiştekî nû ye. Gelê Bakurê Sûriyê wateya azadiyê nas kiriye û êdî wê dagirkeriya dewleta Tirk qebûl nekin.”
Berdevkê Meclîsa Lihevanîna Eşîreyan a Tebqayê Şêx Ehmed El-Silih derbarê meclîsa ku li Dîlokê bi navê rêveberiya Efrînê hate avakirin jî ev tişt anî ziman,”Meclîsa wan bi fermana istxbaratên Tirkiyê û hin kesayetên çete hate avakirin. Kî rê bide dewletek dagirker ku beşek ji xaka Sûriyê dagir bike xayîn e. Em parçebûna Sûriyê qebûl nakin. Ew kesayetên di nava meclîsê de wijdanê xwe firotine. Em gelê Bakurê Sûriyê tu carî qebûl nakin ku Efrîn di bin ala Tirkiyê û tu alên din de were dagirkirin. Ji ber gelê me wateya jiyana hevbeş û biratiya gelan nas kiriye.”