حركة المجتمع الديمقراطي

‘Komkujiyên Efrînê berdewama komkujiya Ermeniyan e’

647

HELEB

Endamê Civaka Katolîkî û Endamê MSD’ê Cûzêf Qeblan debarê bi boneya nêzîkbûna salvegera 107’an a komkujiya Ermeniyan ku bi destê dewleta Osmanî pêk hat ji ajansa (ANHA) re axivî.

Qeblan di destpêka axaftina xwe de hemû şehîdên komkujiya Ermeniyan û şehîdên Efrînê bibîr anîn û rehme ji wan re xwst û wiha dest bi axaftina xwe kir,”Dewleta Tirk a dagirker, berdewama dewleta Osmaniye û heman siyaseta wan a li dijî gelên herêmê didomîne. Bê guman Osmanî ji kevin de têne zanîn ku kujer in û gelan tune dikin. Şaristaniyên herêmê tune dikin. Tiştekî an ku xizmeta mirovahiyê dike nîne. Tenê kuştin, êşkence û wêrankarî pêk tanîn. Di encama lêkolîna me ji dîrokê de jî me ji van kiryarên Osmaniyan pê ve ne dîtiye.”

Qeblan di berdewama axaftina xwe de jî bibîr xist ku salvegera komkujiya Ermeniyan a 107’an nêzîk bûye û ev tişt anî ziman,”Di komkujiyên de zêdeyî milyon û nîvek ermenî hatin qetilkirin. Di heman demê de dêr, mal û deverên wan ên jiyanî jî hatin tunekirin.”

Cûzêf Qeblan derbarê êrîşên li ser Efrînê û komkujiyên ku dewleta Tirk li wir pêk anîn jî ev tişt anî ziman,”Neviyên Osmaniyan hîn jî heman xetê dimeşîn in. Şer dikin û li dijî welatiyên herêmê komkujiyan pêk tîn in. bi nêzîkbûna salvegera komkujiya ermeniyan re, çeteyên Erdogan komkujiyên hovane li Efrînê pêk tîne û demografiya herêmê dide guhertin. Herêmê wekî herêmên Tirkî radighîne.”

Cûzêf Qeblan  di berdewama axaftina xwe de jî peyamek ji Erdogan û hevalbendên wî re şand û wiha got,”Bila Erdogan û hevalên wî baş bizanin ku em xiristiyan û ermeniyên Helebê li kêleka hemû pêkhateyên herêmê ne. Em ê her dem komkujiyên kevin ên dewleta Tirk û komkujiyên nû li Efrînê bibîr bîn in. Lê mixabin civaka navdewletî bi helwesta xwe isbat dike ku ew jî şirîkê komkujiyan e. bi vê yekê jî berjewendiyên xwe li ser vê xaka gelan pêk tînin.”

Cûzîf Qeblan got ku dîrok wê Erdogan li ser komkujiyên li Efrînê pêk anîne efû neke û wiha dom kir,”Dêrên dîrokî û gelek şûnwarên din ên herêmê ruxandin. Di serî de jî Dêra Marmeron, Berad, Şêx Silêman, Mşibek û Şêx Seman ruxandin.ʺ

Bapîrê wî li Tirkiyê qetil kirin û xwestin wî li Efrînê qetil bikin

Endamê Civaka Katolîk û Meclîsa Sûriyaya  ya Demokratîk (MSD) li Helebê Cûzêf Qeblan di dawiya axaftina xwe de jî got ku artêşa Tirk welatiyê Ermenî Kesbar Kesbariyan li Efrînê revandin û ew birin cihekî ne diyar û wiha dom kir,”Piştî nasnameya wî nas kirin, ew birin cihekî ne diyar. Dema nasnameya Kesbar Kesbariyan (38) nas kirin, çeteyan bi fermana Artêşa Tirk ew îdam kirin. Bapîrê Kasbar ê bi navê Hosîb Kasbiryaran yek ji qurbaniyên komkujiya Ermeniyan e. Wê demê kurê wî karîbû xwe xilas bike û xwe bighîne herêma Efrînê. Lê piştî dewleta Tirk Efrîn dagir kirin, ew qetil kirin. Bi vê yekê em dikarin bêjin ku dîrok îro xwe careke din dubare dike.”