حركة المجتمع الديمقراطي

Çeteyên dewleta Tirk malbatên xwe li şûna gelê Efrînê bi cih dikin

538

EFRÎN

Artêşa Tirk a dagirker îro şêniyên gundê Berava ya navçeya Şera bi darê zorê ji malên wan derxistin û vegehestin gundê Çema.

Çavkaniyeke pêbawer ji Kantona Efrînê ji ANHAʹyê re ragihand ku çeteyên dewleta Tirk gundên stratejîk ku xwezaya wan xweş e hildibijêrin, welatiyên Efrînê bi darê zorê jê derdixin û malbatên xwe li şûna wan bi cih dikin. Di vê çarçoveyê de gundê Berava hat valakirin da malbatên çeteyan lê bêne bicihkirin.

Heman çavkaniyê diyar kir ku navên kesên ku îro ji malên xwe hatine derxistin wiha ne ʺOsman Arif Umer û hevjîna xwe, Hacî Arif û kurê xwe, Remedan Seydo Umer û malbata xwe, Rehman Yasîn Xelîl û hevjîna xwe, Mihemed Seydo Mustefa û malbata xwe, Şukrî Seydo Mustefa û malbata xwe, Mihemed Hemîd Bekir û malbata xwe, Henîfe Yûsif Qenco û Rifet Yasîn Xelîl û hevjîna xweʺ.

Çavkaniyeke din ji hunerê Kantona Efrînê da zanîn ku hezar û 700 çete û malbatên xwe bi 31 konvuyan derbasî Kantonê hatin kirin.

Çeteyên ku îro derbasî Kantonê hatin kirin ev in ʺserçeteyê Feyleq El-Rehman Ebû Nasir Şimêr, bi dehan serçeteyên Feyleq El-Rehman û malbatên wan, çeteyê bi navê Ehmed Ebdo û çeteyên Ceyş El-Islamʺ ji herêma Qelemonê ya gundewarên Şamê hatin û li herêma Cindirêsê bi cih bûn.