Bi sedan şêniyên herêmên Dêrikê, Girkê Legê û Çilaxa sersaxî ji malbatên 3 şehîdên Berxwedana Serdemê re xwestin.
QAMIŞLO
Serdana sersaxiyê bi deqeyek rêz dest pê kir. Piştre Fermandara YPJʹê Nûcan Dêrik axivî û diyar kir ku ev 7 salin şoreşa Rojava li dijî dijminên azadî û demokrasiyê didome. Nûcan wiha domand, ʺDivê em li hember planên dijmin amade bin û destkeftiyên ku bi xwîna şehîdan hatin bidestxistin biparêzin.ʺ
Her wiha Endama Rêveberiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a herêma Dêrikê Heqî Qamişlo jî sersaxî ji malbatên cangoriyan re xwest û diyar kir ku bi fedekariya şehîdan sînor ji holê rabûn û yekîtiya gelan ava bû.
Serdana sersaxiyê bi dirûşmeyên ʺŞehîd namirinʺ bi dawî bû.