حركة المجتمع الديمقراطي

Rapora Efrînê: Armanc pêkanîna projeya dagirkerî ya vegerandina sînorên Mîsaq El-Milî ye 

565

HESEKÊ

Bi dirûşmeyaʺBerxwedana Efrînê wê dagirkeriya Osmanî ya nû li Sûriyê têk bibeʺ partî, rêxistin siyasî û civakî yên Bakurê Sûriyê bi armanca nîqaşkirina êrîşên dagirkeriya Tirk li ser Efrînê û rewşa şêniyên Efrînê, îro Paltforma Bakurê Sûriyê lidar xistin. Di platforma ku heta niha dewam dike de, piştî axaftina destpêkê, Hevseroka Desteya Rêveber a Meclîsa Damezrîner a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê Foza Yûsif rapora Komîteya Amadekar a Platforma Bakurê Sûriyê ku derbarê rewşa Efrînê de hatiye amadekirin, xwend.

Foza Yûsif da zanîn ku dewleta  Tirl bi hevkariya komên terorîst di 20`ê Çileya 2018`an de êrîşekî dijwar anîn ser kantona Efrînê, dixwestin bi rêya vê êrîşê Sûriyê parçe bikin û projeya demokratîk a çareserkirina aloziya Sûriyê têk bibe.

Foza bi lêv kir ku di encama êrîşên hovane de û bi bêdengiya navneteweyî de gelek komkujî wekî komkujiya Cilbera, Mabata Cindirêsê û hwd pêk hatin û 501 sivîl şehîd bûn û 797 sivîl ku piranî jin û zarok bûn birîndar bûn.

Foza bal kişand ser xerabkirina binesaziyan Efrînê û rûxandina saziyên wê û bi taybet dibistanan.

Foza Yûsif got ku piştî berxwedaniyeke bêhempa ku 58 rojan ji aliyê şervanên YPG/YPJ û bi piştgiriya gelê Efrînê  dewam kir û dewamkirina bêdengiya navneteweyî debarê binpêkirinên dewleta Tirk û komên terorîst li Efrînê, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Efrînê ji bo rê li pêşiya rijandina xwîna sivîlan bigre, di dîroka 16`ê Adarê de sivîl ji Efrînê derxistin û bi vê yekê re Berxwedana Serdemê kete pêvajoyeke nû.

Hevseroka Desteya Rêveber da zanîn ku di encama êrîşên hovane de derdora 200 hezar ji şêniyên Efrînê xwe li kantona Şehbayê girtin, lê kantona Şehbayê bi xwe pêwîstiya wê bi gelek tiştên xizmetguzarî heye û wiha pê de çû,ʺSivîlên Efrînê ku çûne Şehbayê di rewşeke zehmet de dijîn û pêwîstiya wan bi xwarin, vexwarin û şîrê zarokan heye.ʺ

Foza Yûsif bi lêv kir ku Rêveberiya Xweser a Kantona Efrînê û Şehbayê û bi destekdayîna gelên Bakurê Sûriyê wekî gaveke destpêkê du kamp(Berxwedan û Serdem)  vekirin û derdora 100 hezar sivîl li wir bi cih kirin û hinek pêwîstiyên sereke pêşkeşî wan kirin.

Foza destnîşan kir ku gelê Efrînê rastî qirkirina cesedî û çandî tê û ev yek jî sûcekî mirovahiyê ye û wiha dewam kir,ʺTiştê ku li Efrînê rû da ne tenê li dijê gelê Kurd bû, armanca xwe dewamkirina projeya dagirkerî ya vegerandina sînorên El-Mîsaq El-Milî ye. Em wekî gelê Kurd, Ereb, Suryan, Aşûr, Turkmen û hemû gelên ku li ser vê erdîngariyê dijî li hemberî dijminekî hevbeş in ew jî dagirkeriya Osmanî ya nû ye. Ev dagirker dixwaze Sûriyê bike qada şer û Sûriyê li gorî berjewendiyên xwe biguhre. ʺ

Hevseroka Desteya Rêveber a Meclîsa Damezrîner a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê Foza Yûsif di berdewamiya raporê de got ku dagirkeriya Tirk dixwaze bi rêya avakirina meclîsekî sîxûr dagirkeriya xwe rewa bike û wiha dewam kir,ʺEm dibêjin ev meclîsa dagirkeriye û ev meclîsa xwîna gelê Efrînê firotiye.ʺ

Foza Yûsif bang li rêxistinên navneteweyî-NY-Yekîtiya Ewropa-Komîseriya Bilind a Hilbijartinan kir ku bi erka xwe derbarê şêniyên Efrînê rabin û kampên şêniyên Efrînê wekî kampên girêdayî NY bidin naskirin. Herwiha Foza bang li civaka navneteweyî kir ku misogeriya vegeriya şêniyên Efrînê li ser ax û malên wan bide.

Foza di dawiyê de got ku Berxwedana Serdemê ku dunya hemû hejand dewam dike û ew wekî gelê Ereb, Kurd, Suryan, Turkmen û Ermen ger ew ê hemû herêmên ku dewleta Osmanî ya nû dagir kiriye, vegerînin.