حركة المجتمع الديمقراطي

Gelê Tirbespiyê dagirkerî û bêdengî şermezar kirin

600

QAMIŞLO 

Di meşê de şêniyên Kurd, Ereb û Suryan ên navçeyê amade bûn. Meş ji aliyê TEV-DEMʹê ve hat organîzekirin.

Meş ji navenda Kongreya Star a navçeyê dest pê kir. Meşvanan alên YPG/YPJʹê û wêneyên Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan. Meş li pêşiya Akademiya Şehîd Yekta Herekol rawestiya.

Meşvanan deqeyek rêz girtin. Piştre Endamê Rêveberiya TEV-DEMʹê Hecî Ebdî Xelef axivî û da zanîn ku gelê Bakurê Sûriyê yê ku yekîtiya xwe li ser esasê neteweya demokratîk ava kir, bin bixe.

Bi navê gelê Ereb ê Bakurê Sûriyê jî Muhened Hebîb axivî û diyar kir ku Berxwedana Serdemê hevgirtina gelên Bakurê Sûriyê li dijî dagirkeriya Tirk îsbat kir. Muhened wiha got, ʺEm ê asta têkoşîna xwe bilind bikin û tevahî axa Bakurê Sûriyê ji dagirkeriya Tirk rizgar bikin.ʺ

Her wiha Endamê Rêveberiya HPCʹê  Ebdulxenî Silêman jî destnîşan kir ku dagirkeriya Tirk li Efrînê sivîl hedef digirtin, her wiha siyasetên guhertina demografiyê û ferzkirina çanda Tirkî li herêmê dide meşandin.

Ebdulxenî soza domandina têkoşînê heta rizgarkirina Kantona Efrînê da.

Meş bi dirûşmeyên ʺBijî Berxwedana Serdemêʺ bi dawî bû.