QSD`ê ji bo zêdeyî ciwanên ji herêmên cuda yên Bakurê Sûriyê ku xwest tevlî refên wan bibin dewreyeke perwerdeyê dest pê kir.
TEBQA
Vekirina dewreya perwerdê li bajaroka El-Cirniya ya girêdayî herêma Tebqayê bi merasîmekê pêk hat.
Di merasîma vekirina dewreya perwerdeyê de, Hevserokê Komîteya Parastinê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqa Xalid Elî, Fermandaran QSD‘ê Rojda Felat di nav de bi sedan welatî amade bûn.
Di merasîmê de Hevserokê komîteya Parastinê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêmaTebqa Xalid Elî axivî û got ku Sûriyê di pêvajoyeke pir hesas de derbas dibe, Rûsiya, Tirkiyê û Îranê dixwazin Sûriyê di nav xwe de dabeş bikin û parçe bikin.
Elî di berdewamiya axaftina xwe de şervanan muxateb kir û got ” Hûn ê hertim kelema çavê dijmin bin.
Dewereya perwrdeyê dê mehekê dewam bike. Di dewreyê de dê dersên fikirî û leşkerî werin dayîn.