Şêniyên Efrînê yên ji ber êrîşa Artêşa Tirk û çeteyên wê neçar bûn malên xwe terik bikin li Şehbayê bi cih bûne, jiyana xwe bi hevkariya Rêveberiya Herêmî ya Navçeya Til Rifet birêxistin dikin.
ŞEHBA
Şêniyên Efrînê bi alîkariya Meclîsa Rêveber a Navçeya Til Rifet komînên xwe ava kirin. Li bajarê Til Rifet û gundên wê 12 komîn hatin avakirin û amadekarî tê kirin ku hin komînên din jî werin avakirin.
Komîn ji şêniyên Efrînê hatine avakirin, di riya komînan re alîkarî li welatiyan tê belavkirin, her wiha kar û xebatên welatiyan tê hêsankirin. Di riya komînan re mal ji welatiyên hatine re têne peydakirin, her wiha di paqijkirina xaniyan de jî alîkariya welatiyan tê kirin. Xebateke hevbeş di navbera welatiyan de tê kirin.
Endama yek ji komînan a bi navê Ferîda Hebeş diyar kir ku di nava rojên hefteyê de ji saet 08.00 û heta 18.00’an dest bi karê xwe dikin û di vê demê de pêdiviyên welatiyan ji şêr zarokan, nan û avê peyda dikin, her wiha alîkariyên wekî din ên tên li welatiyan belav dikin.
Endama Meclîsa Efrînê Muşîra Mele Reşîd jî derbarê mijarê de got ku navçeya Til Rifet tijî welatî bûn û wiha dom kir: “Meclîsa me rola xwe ya rêxistinkirinê, pêk tîne. Heta niha me 12 komîn ava kirin, di komînan de komîte û hevserokatî jî hatiye avakirin. Ev bi alîkariya welatiyan hatiye kirin. Meclîsa me wê xebatên xwe yên xizmeta welatiyan dewam bike.”
Muşîra di dawiya axaftina xwe de jî da zanîn ku ewê komînên din jî ava bikin û ev tişt anî ziman: “Em niha ji bo danîna tureya ceyranê jî kar dikin.”