Endamên Yekîtiya Jinên Ciwan û endamên jin ên Şaredariya Gel a Tebqayê kelha Caber paqij kirin.
Çeteyên DAIŞ`ê dema ku herêma Tebqayê dagirkiribûn kelha Caber a kevnar veguherandibûn navendeke xwe ya leşkerî û perwerde didan çeteyên biyanî yên tevlî wan bibûn. Her wiha çeteyên DAIŞ`ê ziyan gihandibûn kelhê.
Di vê çarçoveyê de Rêveberiya Yekîtiya Jinên Ciwan Leyla El-Ebid anî ziman ku jin şûnwarên Tebqayê zindî dike û ji bermahiyên DAIŞ`ê paqij dike.