Artêşa Tirk a dagirker li Efrînê di çarçoveya polîtîkeyên xwe yên tirkirinê û guhertina demografiya herêmê de navê nexweşxaneya Avirîn veguherand bi zimanê Tirkî û li deverên cuda yên kantonê tabloyên nivîsên bi zimanê Tirk danîn.
EFRÎN
Weşangeriyên nêzî dewleta Tirk, ji kantona Efrînê wêne belav kirine. Di wêneyan de, li ser riyan tabloyên nivîsên bi zimanê Tirkî hatin danîn. Wekî “Hişyar bin Tirkiyê mezin dibe, cihê ku em derbasî wê bûne em êdî jê dernakevin”
Dewleta dagirker a Tirkiyê li bajarê Cerablus û Şehbayê heman kiryar pêk anî ku hemû nivîsên li ser navendên xizmetguzariyê û saziyên fermî rakirin û nivîsên bi zimanê Tirkî li ser xêz kirin.
Nexweşxaneya Avirîn sala 2013‘an de, di dema ku kantona Efrînê di dorpêçê de bû, hate vekirin. Nexweşxane rexmî derferên kêm xizmeteke baş pêşkêşî gelê Efrînê û herêmên derdorê yên gundewarên Heleb û Idlibê kir. Nexweşxane du caran ji aliyê dewleta Tirk ve hate topbarankirin.