Koçberên ji ber şerê li Sûriyê herêmên xwe berdane û li Minbicê bi cih bûne di rewşeke zehmet de jiyan dikin. Welatiyên koçber destnîşan kirin ku ew ji xemsariya rêxistinên mirovî matmayî man e.
MINBIC
Koçbera bi navê Nûr Mihemed a ji Til Rifet diyar kir ku ew di kampê de bê derfetî jiyan dikin û tu rêxistin alîkariya wan nakin û da zanîn ji bilî vê jî çop li derdora kampê belav bûye û ev jî dibe sedema nexweşiyan di nav koçberan de û bi taybet di nava zarokan de.
Nûr, destnîşan kir ku rêxistinên alîkariyên mirovî derbarê rewşa koçberan a zehmet de xemsar e û tu alîkariyê bi wan re nakin.
Koçbera bi navê Fatma Mihemed a ji gundê El-Mehdûm niha di kampa rojhilatê Minbicê de dimîne, derbarê mijarê de ev tişt got, “Em ji ber hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê koçber bûn û em hatin Minbicê. Beriya niha em di nav gelek kampan de geriyan. Lê em bi xemsariya rêxistinên mirovî ya derbarê alîkariya bi koçberan re matmayî mane.”
Koçberê bi navê Mihemed Ehmed (Ebû Yasir) ê ji bajarê Meskenê jî diyar kir ji ber kiryarên komên çete yên DAIŞ’ê koçber bûne û ev tişt anî ziman,”Me nikarîbû tiştekî bi xwe re bînin. Di kampê de derfetên jiyanê nîn e. Ceyran û kenalizyon tune ye.”
Ehmed, di dawiya axaftina xwe de jî bang li rêxistina mirovî kir ku alîkariyê bi koçberan re bikin.