حركة المجتمع الديمقراطي

‘Erdogan di êrîşên li ser Efrînê de tiştek bidest nexist’

682

QAMIŞLO

Endamê Tevgera Îslah Emced Osman derbarê guhartina demografî û pîlanên dewleta Tirk a dagirker li li herêmê ji ajansa (ANHA) re axivî.

Erdogan çeteyên xwe li Efrînê bi cih dike

Emced Osman diyar kir ku siyaseta dewleta Tirk bi êrîşên li ser Efrînê êdî  ji her kesî re eşkere bûye û got,ʺArmanca dewleta Tirk a dagirker  ji van êrîşan ew e ku gelê Kurd û sîstema Netewa Demokratîk tune bike. Erdogan dixwaze gelê Kurd ji erda wan ê dîrokî derbixîne û çeteyên giredayî xwe yên ji Kampa Etma ya Idlibê li Efrînê bi cih bike. Li dijî van  siyasetên qirêj ên dewleta Tirk, heta niha tu helwestekî cidî ji aliyê dewletên navneteweyî ve nehatiye dayîn. Bêdengiya navneteweyî wê rê li ser hovîtiya Erdogan bi xwe re bîne.”

‘Meclîsa ku li Dîlokê hatiye avakirin meclîsa dagirkeran e’

Osman destnîşan kir meclîsa ku qaşo bi navê  rêvebirina Efrînê li Dîlokê hatiye avakirin îradeya gelê Efrînê temsîl nake û wiha pê de çû,ʺEv 7 sal in ku YPG/YPJ û QSD`ê parastina axa Efrînê dikin. Meclîsa ku li Dîlokê hatiye avakirin, meclîsa dagirkeran e û gelê Efrînê bawerî nade wê meclîsê. Ev meclîs li ser  hebûna Kurdan û hemû gelan metirsiye.”

‘Gelê Kurd li Amedê polîtîka guhartina demografiyê têk bir, wê li Efrînê jî têk biçe’

Osman berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku ev pîlanên guhartina demografiyê yên dewleta Tirk li ser Efrînê bi ser nakeve û wiha berdewam kir, “Gelê Kurd bi ax û netewa  xwe ve girêdayî ye. Çawa ku gelê Kurd li Amedê polîtîka guhartina demografiyê têk bir, wê gelê Efrînê jî li dijî pîlnana guhartina demografiyê li Efrînê  têk bibe. Polîtîkeyên guhartina demografiyê û bişaftinê, li dijî  jiyana hevbeş û yekîtiye.ʺ

Kurd parastina ziman, çand û dîroka xwe dikin

Endamê Tevgera Îslah bi lêv kir ku Berxwedana Serdemê ya li hemberî dewleta duyemîn a NATO `yê têkoşîneke dîrokî da meşandin û heta niha jî ev berxwedanî bi hemû hêza xwe dewam dike û wiha pê de çû,ʺÇawa gelê Kurd bi sedsalan berxwedana parastina ziman, çand, dîrok û dozê kir, îro jî gelê Efrînê bi berxwedanê, hebûna Kurdan diparêze.ʺ

Erdogan qezenc nekir

Emced Osman di dawiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman,ʺ Têkiliyên Tirkiyê û Rûsya  li ser berjewendiyan in. Tirkiyê ji wan êrîşên hovanê de tiştek qezenc nekir. Êrîşên li ser Efrînê aboriya Tirkiyê xiste nava metirsiyê û ev mitirsî jî dewam dike. Ji aliyekî din ve jî, endamtiya Tirkiyê di NATO’yê ji aliyê gelek dewletan ve tê nîqaşkirin. Ev jî diyar dike ku Erdogan bi van êrîşên hovane li ser Efrînê bi dest nexist.ʺ