حركة المجتمع الديمقراطي

Komîteya Tenduristiya xebatên xwe li Efrînê dewam dike

829

EFRÎN – Komîteya Tenduristya Civakî roleke sereke ji warê tenduristiya civaka Efrînê de dilîze. Di vê çarçoveyê de, gelek xebatên ku pêşî li ber rewşên ku metirsiyê li ser ewlehiya tenduristiya Efrînê bigire, daye meşandin.

EFRIN-KOMITEYA-TENDROSTIYE ‫(1)‬

Hejmara niştecihên Efrînê piştî êrîşa Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ya di 20ꞌê vê çileyê de dest pê kir, zêde bû, nexwasim ku gelek ji welatiyên gundên xeta sînor ji ber hovîtiya artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, xwe spartine bajar. Ev yek hişt ku tirs ji belavbûna nexweşiyên giran û vegir di nava gel de, çêbibe.

Di encama civînekê di navbera Desteya Tenduristiyê û Meclîsa Tenduristiyê de, di 9ꞌê vê sibatê de, Komîteya Tenduristiya Civakî hat avakirin. Armancên vê komîteyê ew e ku rê li ber metirsiyên heyî bigire, her wiha li ser tenduristiya welatiyan raweste. Ji ber ku êrîşên Dewleta Tirk a dagirker a li ser Kantona Efrînê hiştin ku gel ji gundan berê xwe bidin bajêr.

Hinek mal neçar man ku têkevin jêrzemîn û malên ne amade. Gelek kes derbasî malan, ji ber vê yekê nexweşiyên giran û vegirtî belav bûn.

Piştî avakirina komîteyê, komîte yekser bi karê xwe rabû. Makanîzmaya karê xwe jî organîze kir ku ji 09:00‘an heya 14:00‘an dê li nava malên bajêr bigere.

Hinek mal neçar man ku têkevin jêrzemîn û malên ne amade. Gelek kes derbasî malan, ji ber vê yekê nexweşiyên giran û vegir belav bûn.

Ji bo rê li ber paşketina rewşa tenduristiyê komîte ji bo venerîna rewşên civakî, hat avakirin. Komîte ji (Endazyarên nirxandina binyada niştecihî, hemşîre, bijîşk û rêdarên derûnî) pêk tê. Li gorî ku hevrêzê komîteyê Dr.Xelîl Sîno ji ANHAꞌyê re diyar kir   ku Komîte ji du beşan pêk tê, beşa Tenduristiya Giştî û beşa Derûnî.

Beşa Tenduristiya Giştî rewşa sivîlên di mal û xaniyên ne amadekirî (ji hêla rewşa jiyanî, nexweşiyên vegir, astengdarî, kesên ku di encama êrîşan de derbe xwarine, cihên rûniştinê û goncanbûna wan ) û hûrgiliyên malbatan (cureya kar, cureya xwînê, rewşa aborî, pêwîstiya bi şîrê zarokan û pêwîstiyên sereke yên curbicur) dişopîne.

Komîte ji bo şopandina hemû bîrên kantonê hat erkdarkirin. Pêwîst e her 15 rojan hinek av ji bîran taqî bike ku ji vexwarinê re dibe yan na, heger ji vexwarinê re nebe, hevrêzî bi Desteya Rêveberiya Xwecih re tê kirin û ev bîr tê girtin.

Yek ji erkên vê komîteyê amadekirina nexweşxaneyeke nûjen e, pêwîst e cihê wê jî di navenda bajêr de. Nexweşxane li gorî pêwîstiyên her komînekê kar dike. Rewşên aşîlekirina zarokan dişopîne û kadir û navendên pispor ji bo berdewamkirina bernamkirina aşîlekirinê peyda bike. Her wiha nexweşiyên vegirtç dişopîne, rêbazên guncav ji bo dijberiya wan dibîne.

Komîteya Çavdêriya Nexweşiyên Belav hatiye avakirin, ev komîte rewşa tenduristiya welatiyên li navçe û gundan dişopîne.

Komîte hevrêziyê bi komînan re dike, ji bo alîkariya xelkên ku ji gundên li ser sînor bên bajêr, bikin û navnîşana xalên tenduristî, tîmargehên her herêmekê û navendên dermankirina laşmaniya, bide wan.

Beşa Tenduristiya Derûnî ji rêdarên derûnî û civakî û bijîşkên neweşiyên derûnî û sinirî, pêk tê. Ev beş serdana saziyên zarokn dike, da ku rewşa wan a derûnî bi riya (bernameyên bîrewerkirina derûnî, çalakiyên xemrevînî yên taybet bi qonaxa zaroktiyê û mijûlkirina zarokan bi çalakiyên weke nîgarkarî, nivîsandina çîrokan, stran û pêşkêşkirina diyariyan, da ku bêhna wan derkeve û moralê wan bilind bibe ) bişopîne.

Hevrêzê Komîteya Civakî, bijîşk Xelîl Sîno tekez kir ku yek ji armancên komîteyê ew e ku rê li ber metirsiyên li ser tenduristiya gişt û derûniya welatiyan bigire, her wiha pûteyê bi karên girêdayî rewşa tenduristî (firn, qirêjkirina derdorê û sêdare) û çavdêriya wan bike,  da ku misogeriya tenduristiyê ji şêniyan re peyda bike.

Sîno diyar kir ku niha komîte xwe ji pêngava dijberiya nexweşiya sorika zarokên ji 1-5 salî re amade dike.